Olivier Peter: Îspanya ji mafên mirovan re rêzê nagire

Girtin û darizandina endamên tevgera serxwebûnxwazên katalan demeke dirêje di rojeva cîhanê de ye. Tevgera katalan ji bo balkişandina rewşa girtiyên siyasî hemû derfetên di qada navneteweyî de bi kar tîne. Bi taybetî rêxistin û saziyên Yekitiya Ewrûpayê û hin rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî NY ciyê hemleya dîplomatîk ên tevgera katalan e.

Parêzerê girtîyekî katalan Olivier Peter. di çalakiyekê ku di çarvoveya civîna 13’yê Adarê ya Konseya Mafên Mirov a NY’yê ku li bajarê Cenev a Swîsreyê hat lidarxistin de axaftinekê kir. Peter di axaftina xwe de li ser binpêkirina mafên bingehîn di darizandina siyasetmedarên katalan ên Madrîdê de sekinî. Parêzerê navdar Peter ji civaka navneteweyî daxwaz kir ku “çavên xwe ji girtina kêfî yên  lîderên sosyal û siyasî yên katalan re ku mafên bingehîn binpê dike re negirin.”

Parêzer Peter balê kişand taybetiyeke din a vê darizandinê û diyar kir ku di vê dadgehê de mafê beşdariyta darizandinê dane partiya rastgir a radîkal Voxê û sekreterê giştî yê vê partiyê ligel parêzer û nûnerên dewleta spanyol di dadgehê de rûdinê.

Peter axaftina xwe wiha dom kir: “Jordi Ciuxart parazvanê mafên mirovan e û ji ber ku wî xwepêşandanên girseyî û bi tevahî aştîxwaz birêxistin kiriye di girtîgehê de dimîne. Ev, ji bo Îspanyayê problemeke bingehîn e di warê rêzgirtina mafên miraovan de.”

Olivier Peter parêzerê serokê tevgera Omnium Cultural Jordi Cuixart e ku bi zêdetirî 160,000 endamên xwe saziya herî mezin a li Îspanyayê ye. Cuixart 17 meh in hatiye girtin û tevlî 12 lîderên serxwebûnxwaz ên din li Madrîdê tê darizandin. Dadgehê, Cuixart bi serhildan û cihêxwaziyê sûcdar dike û ji bo wî 17 sal cezayê girtîgehê dixwaze.

Di dawiya vê çalakiyê de serokê rûmetê yê Mafên Euromedê Michel Tubiana jî axaftinek kurt kir û got ku “divê di çarçoveya tam demokratîk de mafê diyarkirina qederê ji bo miletekê bê dayîn.”

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …