Nivîskarên kurd û samî tên cem hev

Di projeya Belongingsê de 5 nivîskarên kurd û 5 jî samî wê li Amed û Swêdê beşdarî bernameyan bibin û di encamê de wê bi kurdî, samîkî û ingilîzî pirtûkek were çapkirin

Ji Amedê “Wêjegeh Amed” û ji Swêdê “Tjállegoahte – Författarcentrum” bi hev re wê projeyekê bi navê Belongingsê li dar bixin. Di vê projeyê de 5 nivîskarên kurd û 5 jî samî li Amed û Swêdê wê beşdarî bernameyan bibin.

Her du saziyên navborî ku dixwazin zimanê Kurdî û Samî bandorê li hev bikin wê bi vê projeyê dengên jîngehên van her du wêjegehan, bi çalakîyan bînin ba hev.

Proje li benda serîlêdana wan beşdaran e ku di cureyên wekî roman, çîrok, hêçane, helbest, lîstika şanoyê, senaryo, nûçe û hwd. de berheman diafirînin.

Bernameyên Amed û Swêdê

Piştî nav hatin hilbijartin wê di payîza sala 2021an de xebatên atolyeyî yên dîjîtal bên kirin û wê di bihara sala 2022yan de jî li dorhêla Amed û bakurê Swêdê du gerûgeşt bên lidarxistin. Bi rêya vê teksta bangewazîyê, wê pênc nivîskarên Kurd û pênc nivîskarên Samî bên hilbijartin û ew ê beşdarî şeş atolyeyên dîjîtal û du gerûgeştên çandî bibin. Nivîskar, ji serî heta dawîya bernameyê, hemû hevkartêkîyên ku li wan bûne, hestên xwe yên ku bi wan re çêbûne û tiştên ku ji gerûgeşt û çalakîyan mane ji wan re, wê wekî rojnivîskê binivîsin. Di dawîya gerûgeştên ku wê di bihara sala 2022an de bên kirin, wê rojnivîskên nivîskaran wekî hêçane werin komkirin û bi sê zimanan, bi kurdî, bi ingilîzî û bi samîkî di weşînekeke bi navê “Belongings” de bên belavkirin. Çalakîyên danasînê yên pirtûkê wê bi beşdarîya nivîskaran di payîza sala 2022yan de li dar bikevin.

Kesên ku bixwazin dikarin heta 31ê Tîrmeha 2021an serî lê bidin.

Serbalyozxaneya Swêdê ya Stenbolê û Konseya Çandî ya Swêdê aboriya Aborîya dabîn dikin.

Derbarê saziyan de

Wêjegeh Amed, wêjegehek e ku li ser avakirina civakeke ji wêdetirê sînoran hûr dibe û tê dixebite ji bo Wêjeya Kurdî û pircureyîya derbiranên çandî, biwareke bervekirî ava bike, Tjállegoahte – Författarcentrum jî wêjegehek e li Skandînavyaya bakur û li ser çand û wêjeya Samîyan hûr dibe.

Ev nivîs di Bianetê de hatiye weşandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …