Li Spanyayê bilindbûna partiya Podemosê

 

 

Li Spanyayê di hilbijartinên ji bo Parlamentoya YE’yê de partiyek nû ya bi navê  Podemos (em dikarin bikin) derket ser sehneyê. Vê partiya nû, di hilbijartinê de bû partiya çaremîn û 5 wekîlan şand Parlamentoya YE’yê.

Sîstema hilbijartinê ya li Spanyayê bi giranî li ser hebûna du partiyên mezin hatine damezrandin: Yek ji van PP’ye (Parti Gel) ku partiyeke rastgir e û neteweperestiya spanyol temsîl dike û ya din PSOE’ye (Partiya Sosyalîst a Karkeran a Spanyol) ku partiyeke sosyal-demokrat e. Di vê hilbijartinê de cara ewilî di dîroka demokratîk a Spanyayê de her du partiyên mezin nîvê dengên hilbijêran girtin û wan di nava xwe de parve kirin.

Podemos bi tenê çar meh berê ji aliyê profesor Pablo Iglesias ê ji Zanîngeha Complutense ya Madrîdê ve hatiye damezrandin. Digel ciwaniya wê û tunebûna çavkaniyên wê yên aboriyê, partî di hilbijartina 25’ê Gulanê de li seranserê Spanyayê ji % 11.29’ê dengan girt. Podemos ji bo fînansekirina xebata xwe ya hilbijartinê  kampanyayên berhevkirina alîkariyê meşand. Li aliyekî din partiyê bi 189,000 alîgirên xwê yên li ser medyaya sosyal ket pêşiya her du partiyên mezin ên spanyol. Li ser medyaya sosyal PP xwedî 141,000 û PSOE xwedî 140,000 alîgiran e.

podemos banner

Partî di bernameya xwe ya hilbijartinê de cî dide daxwazên sereke yên tevgerên civakî ku di krîza aboriyê ya di demên dawî de dengên xwe bilind kirin. Partî bi vê taybetiya xwe li ser protesto û fikrên nû yên antî-krîzê ku di salên dawî de daketin kolanan, bilind dibe. Hin pêşniyazên partiyê yên ji bo bidawîkirina krîzê wiha yen: bi awayekî maksîmûm bilindkirina meaşan, ji bo herkesî hatineke têr ku bi awayekî unîversal tê qebûlkirin, temeneke biçûktir a ji bo malnişîniyê, 35 saet xebata hefteyî û parastina karkeran li dijî ji kar dûrxistinê.

Armanca sereke ya partiyê hilweşandina tedbîrên tesarûfê ku ji aliyê hikumetên cuda yên spanyol hatine girtin in. Herwiha bilindkirina mafên welatiyan a ji bo beşdariya polîtîk, başkirina perwerde, avahîsazî, tenduristî û şerê li dijî nelirêtiyê di bernameya partiyê de cî digirin.

Çavkanî: Globalvoicesonline.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …