Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin.

Welatîyên ji Afganistan, Tirkîye, Cezayîr, Erître û Sûriyeyê herî zêde serî li mafê penaxwazîyê dane.

Sekreteriya Koçberiyê (SEM) ya Swîsreyê îstatîstîkên penaberiyê yên meha sibatê weşandin.

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin.

Ev hejmar ji serîlêdanên sibata 2023an bi qasî 768 zêdetire.

Di sibate de heri zêde penaber ji Afganistan, Tirkîye, Cezayîr, Erître û Sûriyeyê hatine welêt.

Afganistan bi 910 serîlêdanên ji bo penaberîyê de welatê yekemîn e.

Tirkîye jî bi 361 serîlêdanan bûye welatê duyemîn.

Sebeba çima serîlêdan herî zêde ji aliyê afganan ve hatîye kirin, rêvebirîya Talîbanê ye.

Di Sibata 2024an de SEM bi tevahî 3,086 serîlêdanan qebûl kirîne.

Ji vê hejmarê 934 kesan mafê penaberîyê ji Swîsreyê wergirtine.

SEM radigihîne di sibatê de 819 kes ji Swîsreyê hatine deportkirin an çûne welatên din ên Ewrûpayê.

Agahîyeka balkêş a di vê mijarê de jî di derbarê penaxwazên dikevin çarçoveya Peymana Dublînê.

Swîsre ji welatên vê peymanê îmze kirine daxwaza wergirtina 852 penaxwazan kirîye.

Lê ji vê hejmarê, bi tenê 228 kes di çarçoveya vê peymanê de ji Swîsreyê hatine şandin.

SEM di daxuyanîya xwe de li ser rewşa serîlêdanên ji Ukraynayî jî agahî parve kirin.

SEMê ragihand, di sibatê de 1,583 ûkraynî  serî li statuya parastinê dane.

70,000 penaberên ûkraynî

Bi serîlêdanên dawî, hejmara ûkraynîyên li Swîsreyê gihîşt derdora 70,000î.

Swîsre di 2022an de mafê statuya parastinê S ji bo ukraynîyan xistibû meriyetê.

Swîsre di 2022an de mafê statuya parastinê S ji bo ukraynîyan xistibû meriyetê.

Bi vê statuyê, welatiyên Ûkraynayê li Swîsreyê dibin xwedî mafê demî ya penaberiyê.

Bi serîlêdanên dawî, hejmara ûkraynîyên li Swîsreyê gihîşt derdora 70,000î.

Heta niha 20,000 ji penaberên ûkraynî jî terka Swîsreyê kirine.

Swîsre yek ji welatên Ewrûpayê ye ku rastî pêleka zêde penabaran tê.

Di sala 2023an de li derdora 30,000 kes li vî welatî serî li mafê penaxwazîyê dan.

Saziyên penaberîyên yên swîsreyî radigihînin, di 2024an de wê hejmara penaxwazan hîn bêtir zêde bibe.

—————————–

Foto: Ala Swîsreyê tevî dîmeneke ji welêt/Reddit

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …