Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz bûye.
Bi serdestîya hînd-ewrûpîyan ve vê civakê tevlî zimanên xwe ji holê rabûye.
Îro bi tenê zimanê baskî ya ji wê demê maye, hebûna xwe dom dike.
Her sal bi sedhezeran koçber û penaber bi armanca jiyaneke bi ewle berê xwe didin vê parzemînê.
Koçberîya ber bi Ewrûpayê ve ne meseleyeke îro ye lê xwedî paşxaneyeke dîrokî ye.
Ji vir 30,000 sal berê Ewrûpa rastî pêleke mezin a koçberîyê hatîye.
Bi vê pêla koçberîyê re qebîleyên ji Afrîkayê li vê parzemînê bi cî bûne.
Ji ber avhewaya Ewrûpayê, di hezaran salan de rengê çermê van mirovan gav bi gav spî bûye.
Civaka wê demê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz bûye.
Arkeolog Marija Gimbuyas bi lêkolînên xwe nîşan daye, di hunera wê demê de mijarên leşkerî cî negirtine.
Li gorî Gimbuyasê, zanîna metalûrjîya wê demê ji bo çêkirina çekan nehatîye bikaranîn.
Pêdivîya vê civaka aştîxwaz bi çêkirina kele û dîwarên parastinê tunebû ye.
Ji ber vê sebebê, li dora wargeh û bajarên wê demê dîwar nehatine lêkirin.
Texmîna zimanzanan ev e, wê demê li Ewrûpayê zaravayên yek zimanekî hatîye axaftin.
Koça hînd-ewrûpîyan
Seferên koçberîya ku bi dagirkirinê ve paralel hatîye meşandin, 6,000 sal berê dest pê kirîye.
Gelên hînd-ewrûpîyan di navbera salên 4200-2500î de hemû Ewrûpayê dagir kirine.
Bi hatina gelên hînd-ewrûpîyan ve, şaristanîya Ewrûpayê serûbin bûye.
Hînd-ewrûpî civakeke patrîyarkal, koçber û şerker bûne.
Bi serdestîya hînd-ewrûpîyan re civaka ku li ser hîmên çandinî, wekhevî û aştîyê hatiye damezrandin, ji holê rabûye.
Seferên koçberîya ku bi dagirkirinê ve paralel hatîye meşandin, 6,000 sal berê dest pê kirîye.
Gelên hînd-ewrûpîyan di navbera salên 4,200-2,500î de hemû Ewrûpayê dagir kirine.
Bi têkçûna leşkerî re zimanên gelên esil ên Ewrûpayê jî ji bilî zimanekî hemû ji holê rabûne.
Zimanzan destnîşan dikin, yekane zimanê ku îro hîn hebûna xwe didomîne, zimanê baskî ye.
Infowelat
———————————-
Foto: Nexşeya fîzîkî ya Ewrûpayê/Wikipedia