Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş

Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt.

Fîlmê mijara gotinê di derbarê zarokekî ker û lal de ye ku ji başûrê Kurdistanê ye.

Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt.

Îsal xelata festîwala fîlman a Cenevê bû para fîlmê bi navê „Ji min re bêje Lewend.“

Festiwal û Forûma Mafên Mirov (FIFDH) her sal di adarê de li bajarê Cenevê tê lidarxistin.

Juriyê festîwalê di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê de got, fîlm di warê kesên astendar de “pêşverû û jandar e.”

Jurî, fîlmê wekî “rêzdarîyeka ji bo hemû zarokên ku êşên nayên xeyalkirin re rû bi rû ne” nirxand.

Xelata Mezin a Cenevê ji 10 hezar frankên Swîsreyê pêk tê û dibe para fîlmê xelata mezin wergirtî ye.

Çîrok û amadekariyên ji bo fîlmê

Fîlmê mijara gotinê di derbarê zarokekî ker û lal de ye ku ji başûrê Kurdistanê ye.

Lewend wekî penaber tevlî dêbavên xwe diçe Brîtanyayê û li Derbyê bi cî dibe.

Fîlm di 2022an de ji aliyê derhêner Edward Lovelace ve hatîye amadekirin.

Lovelace ji bo ji Lewen fêm bike 4 salan pê re têkildar bûye fêrî Zimanê Îşaretê yê Brîtanî bûye.

Bernameya FIFDHê a Cenevê

Festiwal û Forûma Mafên Mirov (FIFDH) îsal di navbera 8-17 adarê de pêk hat.

Îsal edîsyona 22. an vê bernameyê hat lidarxistin.

Li derdora 30,000 kesî ji bo temaşekirina fîlman û bernameyên li ser mafên mirovan tevlî festîwalê bûn.

Di bernameyan de li derdora 250 kes li ser mijarên cihêreng ên mafên mirovan axivîn.

Infowelat

————————————–

Foto: Dîmeneke ji Fîlma “Ji min re bêje Lewend”/Penwithfilmsociety.co.uk/

 

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …