Îtalya destûrê dide 450 hezar karkerên biyanî

Cengiz Demirtaş

Îtalya wê di nava sê salan de destûra rûniştinê bide 450 hezar karkeran.

Hukumeta Îtalyayê radigihîne, pêdivî bi 800,000 karkeran heye.

Îtalya wê nava sê salan de destûra rûniştinê bide 450 hezar karkeran.

Karkerên mijara gotinê herî zêde wê di ektorên çandinî, avahîsaziyê û tûrîzmê de bixebitin.

Nêzîkî 50 hezar ji vê hejmara wê heta sala 2025an destûra rûniştinê werbigirin.

Serokê Odeyên Bazirganî yên Îtalyayê Andrea Prete ragihand, kotaya ji bo destûra karkerên biyanî tê plankirin, têrî pêdivîya Îtalyayê nake.

Prete got, “Hikûmet bi xwe qebûl dike ku pêdivî bi 800,000 kesan heye. Lê a rast, ev hejmar ji mîlyonekê zêdetir e.”

Li Îtalyayê nêzîkî yek ji sêyan koçberên karker di karên kêm-kalîfîye de dixebitin.

Karkerên biyanî yên ji derveyî Yekîtiya Ewrûpayê bi piranî ji Marok, Albanya û Çînê tên Italyayê.

Ji % 18yê îstihdama di çandiniyê de û ji % 20ê di endustrîya metal de ji karkerên biyanî pêk tê.

Polîtîkaya penaberîyê ya Îtalyayê

Hukumeta Îtalyayê ji bo kêmkirina hejmara penaxwazan meha borî bi Albanyayê re peymanekê mor kiribû.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni berîya were sar kar soza pêşîgirtina li pêla penaberîyê dabû.

Ji lew re plana destûra ji bo karkerên bîyanî wekî nakokîyeka di helwesta li dijî penaber û koçberan a hukumetê de tê qebûlkirin.

Hukumeta Îtalyayê ji bo kêmkirina hejmara penaxwazan meha borî bi Albanyayê re peymanekê mor kiribû.

Bi vê peymanê Albanya qebûl kiribû, 36,000 îltîcaxwazan li du kampên li Albanyayê bi cî bike.

Peyman rastî reaksiyonên saziyên penaberîyê û yên mafên mirov hatibû.

———————————-

Foto: Penaberên afrîkî yên bi rotaya Derya Spî gihîştine girava Lampedusayê/Infomigrants

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

4500 sal in xizmên hev in

Pêşiyên miletên îspanyol, portûgalî, katalan û bask yek in. Di encama analîza DNAyê de eşkere …