Li Îtalyayê xweserîparêz ji hikumetê nerazîne

Senatorê herêma xweser a Newala Aostayê  ya li bakurê Îtalyayê Albert Laniece hewldanên demên dawî yên li hember herêmên xweser ên xwedî statuya taybet rexne kir. Laniece’yê ji Yekitiya Aostayê (UV) got ku di demên dawî de ji aliyê hin partiyên neteweyî pêşniyazên tengkirina xweseriya van herêman hatine kirin.

Senatorê Aostayî Laniece van rexneyên xwe di axaftina xwe ya di nîqaşa li ser Komîteya Parlamentoyê ya ji bo Reforma Destûra Bingehîn û Hilbijartinê ya ku di Senatoya Îtalyayê de hat li dar xistin, anî ziman. Komîte, bi armanca bersivdayina daxwazên civaka sivîl û hin partiyên siyasî, ji aliyê parlamentoyê ve hatiye damezrandin.  Van derdorên navborî daxwaza reforma Destûra Bingehîn a Îtalyayê ku 60 sal berê hatiye amadekirin, dikin.

italya

Laniece îhtîrazên xwe yên li hember Gelê Azadiyan (PdL) ku partiya Silvio Berlusconi ye û dixwaze herêmên xweser ên xwedî statuya taybet ji holê rake, anî ziman. Senator got ku hikumeta navendî ya Îtalyayê (a Partiya Demokratîk) ji bo Îtalyayeke bêtir navendî, di bin navê “minawreya dawî ya stabîlîzasyonê”de di nava hewldanan de ye.

Senatorê ji vê partiyê Pierantonio Zanettin dabû xuyakirin ku ji bo damezrandina van herêmên xweser ên taybet “sebebên siyasî, dîrokî û civakî” tune ne. Zanetti pêde çûbû û gotibû ku hebûna van herêman “welatiyên di pola A’yê de û welatiyên di pola B’yê de” derxistiye holê.

Di warê îhlalkirina xweseriya Aostayê de jî Laniece hin agahî dan û daxuyaniya ji bo raya giştî ya Berpirsê Daristanên Dewletê Cesare Patrone rexne kir. Laniece got ku Patrone di vê daxuyaniyê de diyar kiriye ku tekane berpirsê daristanên li welat ew e lê di Statuya Xweseriyê ya Aostayê de hatiye diyarkirin ku daristan besatiyeke di destê rêvebiriya herêmê de ye.

albert_laniece

Albert Laniece di heman demê de endamê koma Ji bo Herêmên Xweser e ku ji partiyên cuda yên xweserîxwaz pêk tên. Partiyên endamê vê komê SVP’ya Tîrola Başûr, PATT û UPT’ya Trentino û UV’ya Aostayê ne. Koma navborî ji bilî kordînekirina xebatên partiyên endam, bi Partiya Sosyalîst a Îtalyayê (PSI) re jî hevkariyê dike.

Piştî Şerê Cîhanê yê II’yemîn , di 1948’an de Îtalya bi damezrandina herêmên xweser derbasî sîstema herêmî bibû. Demek şûn de, ji ber sebebên çandî-zimanî Newala Aosta, Trentino-Tîrola Başûr, Friuli-Venezia-Giulia û ji ber sebebên cografîk Sardînya û Sîcîlya ku her du jî girav bûn, statuyeke berfireh bi dest xistin û bûn herêmên xweser ên taybet.

Çavkanî: Nationalia

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meşa Gandî rêya serxwebûna Hîndistanê vekir

12ê adarê roja salvegera Meşa Xwê ya damezrînerê Hîndistana serbixwe Mahatma Gandî ye. Hedefa çalakiyê …