Wîlayeta Nînowayê ji bo serxwebûna enerjiyê gavekê avêt

Wîlayeta Iraqê Nînowa ku cîranê Kurdistanê ye, dest bi hevdîtinên bi şîrketê petrolê kir. Nînowa di heman demê de ji bo hêsankirina xebata şîrketên petrolê ya ser erdê xwe, çarçoveyeke hiqûqî jî amade dike.

Waliyê Nînowayê Athîl Nucaîfî da xuyakirin ku hikumeta Bexdayê bi giranî li ser qadên petrolê yên li başûr disekine û zêde bala xwe nade pêşxistina çavkaniyên li wîlayeta wî. Nucaîfî di axaftina xwe de diyar kir ku ew nikarin bi dehan salan li bendê bin ku petrola başûr biqede û paşê li Nînowayê çavkaniyên enerjiyê bên pêşxistin. ninowa

Di warê şîrketên ku hevdîtin bi wan re hatiye kirin jî walî agahî da û navê şîrketa global Exxon Mobilê û çend şîrketên din ên mezin bi lêv kir.

Meha derbasbûyî, meclîsa herêmî ya wîlayeta Nînowayê ku piranî ji endamên sunî pêk tên, mafê îmzekirina peymanê ya bi şîrketên petrolê yên biyanî re dabû walî Nucaîfî.

Reziknameya ji aliyê walîtiya Nînowayê hatiye amadekirin ji bo damezrandina rafîneyekê ku rojê heta 150,000 warîl petrolê hildiberine û amadekirina qadeke petrolê ya ji bo bidestxistina petrola vê rafîneriyê teklîfekê bidin, destûrê dide şîrketên petrolê yên biyanî.

Nûcaîfî da zanîn ku dema ew xwedî projeyên mezin ên petrolê bin, wê îstîhdam pêş bikeve, destkeftinên aboriyê zêde bibin û wê rewşa wilayetê ji berê baştir bibe.

Walî Nûcaîfî li ser hevkariya Nînowayê ya bi Kurdistanê re jî agahî dan û got ku ew xwe amade dikin ku ji bo birêvebirina xebatên kifşê yên petrolê, bi Kurdistanê re hevkariyê bikin. Nûcaîfî got ku wîlayeta wî ji rêwîtiya Kurdistanê ya ber bi serxwebûna enerjiyê ve ji xwe re mînak dibîne û divê ew di heman demê de riya hiqûqî ya ji bo amadekirina polîtîkaya enerjîyê ya Kurdistanê jî bişopînin.

nucaifi

Qadên petrolê El-Qûsh û Başiqa yên li ser sînorê Kurdistan û Nînowayê, di navbera her du aliyan de bûye problemek û Nînowa van her du qadan di nava sînorê xwe de dihesibîne.

Waliyê Nînowayê ragihand ku eger wezareta petrolê li hember peywirdarkirina wî ya ji bo îmzekirina peymanên petrolê ya ji aliyê wîlayetê derkeve, wê demê ew ê vê mijarê bibin dadgeha federal a Iraqê.

Çavkanî: Reuters

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …