Rêxistinên mafên mirovan Îranê şermezar kirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî darvekirina girtiyên kurd û yên belûc ji aliyê rejîma Îranê şermezar kir û ragihand ku kuştinên vê dawiyê tirsa darvekirina Zanyar Mûradî û Lokman Mûradî jî aniye rojevê.

Cîgirê Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê HassîbaHac Sahraoi, di daxuyaniya xwe ya di 28’ê Cotmehê de diyar kir ku divê hemû darvekirin bi awayekî acîl bên sekinandin û divê cezayê darvekirinê ku cezayeke derveyê mirovahiyê ye, qet neyê bikaranîn.

Darvekirina Hebîbulah Gulperîpûr

Di nûçeya ji aliyê rêxistinê hat weşandin de hat destnîşankirin ku rêxistinê ji bo Hebîbulah Gulperîpûr ku yek ji girtiyên siyasî bûye, kampanya dabû destpêkirin. Di nûçeyê de hat ragihandin ku “di 25’ê Cotmehê de serê sibehê Gulperîpûr ji hucreya xwe ya li Girtîgeha Ormiyeyê ya li eyaleta Azerbaycana Rojava, ji bo ciyekî din ku nayê zanîn hatiye birin û wê êvarê hatiye darvekirin”. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku beriya darvekirinê, malbata Gulperîpûr nehatiye agahdarkirin û cenazeyê wî ji malbata wî re nehatiye şandin.

Herwiha, rêxistinê ragihand ku Gulperîpûr bi endamtiya PJAK’ê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) hatiye sûcdarkirin û di Adara 2010’an de di dadgeheke ku 5 deqîqe dom kiriye de cezayê darvekirinê girtiye.

gulperipur3

Darvekirinên tolhildanê

Rêxistina Efûyê li ser darvekirina 14 girtiyên belûc jî agahî dan û got ku kesên hatine darvekirin endamê rêxistina belûc a bi navê Artêşa Edaletê bûne. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Berpirsê Karê Edaletê ya eyaleta Sîstan-Belûcîstanê Ebrahîm Hamîdî di 26’ê Cotmehê de diyar kiriye ku 16 girtî “bi armanca tolhildana êrîşa li ser sînor a rojeke berê pêk hatibû, hatine darvekirin.”

Freedom House darvekirina girtiyên belûc û kurd şermezar kir

Yek ji saziya mafên mirovan Freedom Houseê jî bi daxuyaniya xwe ya di 29’ê Cotmehê de darvekirinên li Îranê bi awayekî tund şermezar kir. Rêxistinê di daxuyaniyê de got ku du girtiyên kurd Hebîbulah Gulperîpûr û Reza Îsmaîlî ji ber endamtiya xwe ya PJAK’ê hatine darvekirin. Rêxistinê diyar kir ku ew darvekirina du girtiyên kurd ên bi navê Zanyar û Loqman Mûradî ku ji ber heman tawanbariyan cezayê îdamê wergirtinê, fikaran dike.

Freedom Housê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku li Îranê bi tenê di sala 2013’an de 400 kes hatine darvekirin.

Çavkanî: Amnesty International, Freedom House

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …