Katalonya û Welatê Bask li dijî Hikumeta Spanyol dibin yek

 

 

Serokê Baskê Inigo Urkullu û serokê Katalonyayê Artur Mas bi daxuyaniyeke hevbeş a ku di 2’yê Gulanê weşandin de, “stratejiya jinûvenavendîkirina” hikumeta spanyol a li dijî plana diyarkirina qederê ya her du herêman û pêvajoya aştiyê ya li Baskê rexne kirin.

Her du serok di civîna xwe ya 1’ê Gulanê ya li paytexta Welatê Bask Vitoria-Gasteiz hat li dar xistin de rewşa siyasî, aborî û civakî ya her du welatan analîz kirin û li ser astengiyên pêşxistina pêvajoya diyarkirina qederê ya li her du welatan sekinîn.

Piştî civînê her du serok ji medyayê re diyar kirin ku wan biryara domandina têkiliyên periyodîk a ji bo berjewendiyên hevpar ên Katalonya û Baskê girtine.

Welatê Bask û Katalonya du stûnên herî girîng ên aboriya Spanyayê ne û di heman demê de xwedî nasnameyeke xurt a ku li ser çand û zimanên xwerû hatiye damezrandin in.

Li Spanyayê piştî krîza aboriyê, meseleya herî mezin krîza terîtoryal a ji ber daxwazên diyarkirina qederê yên katalan û baskan derketiye holê ye û vê meseleyê ji bo hikumeta rastgir a Mariano Rajoy astengiyên dijwar pêk tîne. Daxwaz û aktîvîzma ji bo diyarkirina qederê armanca yekemîn a Serokwezîr Rajoy a pêkanîna yekitiya neteweyî ya li Spanyayê tehdît dike. Parlamentoya Katalonyayê kurtedemek berê biryar girtibû ku di 9’ê Mijdara 2014’an de referandûma serxwebûna herêmê li dar bixe.

Neteweperestên bask jî pêvajoya ji bo diyarkirina qederê ya li Katalonyayê ji xwe re mînak dibînin û dixwazin pêvajoyeke bi vî rengî li herêma xwe bidin destpêkirin. Li vir rêxistina çekdar a neteweperest a bask ETA di 2011’an de dawî li şerê çekdarî anîbû û di destpêka îsal de ligel hizûra navbeynkarên navneteweyî dest bi bêçekbûnê kiribû. Li aliyekî din, serokê Baskê Urkullu di 20’ê Nîsala îsal de dabû xuyakirin ku ew dixwaze statuyeke polîtîk a nû ji bo Welatê Baskê ku xweseriya heyî bêtir berfireh dike, bê amadekirin.

Çavkanî: Telesurtv.net / Eluniversal.com

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …