Dadgeha Ewrûpî ji bo kurdî Tirkiyeyê mehkûm kir

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupa têkildarî çalakiyên ji bo zimanê dayikê biryara xwe da.

Dadgehê diyar kir, lidarxistina çalakiyên ji bo zimanê dayikê ne sûc e.

Kesê bi navê Hakim Aydin sala 2009’an ji ber ku li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin, serî li dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê da.

Sedema binçavkirina Hakim Aydin jî ew bû:

Li Amedê tevlî çalakiya ji bo zimanê dayîkê bûbû û daxwaza perwerda zimanê dayikê kiriye.

Hakim Aydin wê demê xwendekarê zanîngehê bû û li dijî zextên Tirkiyeyê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupa da

Li zanîngeheke Tirkiyeyê kampanyaya ji bo perwerdeya kurdî

Dadgeha Mafê Mirovan jî têkildarî serlêdanê biryara xwe eşkere kir û dewleta Tirk neheq dît.

Dadgehê da zanîn, dewleta Tirk ji ber van kirinên xwe peymana mafê mirovan a Ewrûpayê binpêkiriye.

Û ji ber vê, 7 Hezar Euro ceza jî li dewleta Tirk birî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …