Çay Îng-Wena ku di hilbijartinên serokatiyê yên dawî de bi ser ket, careke din bû seroka Taywanê.
Lê dema nû ya serok Îng-Wen, bi mezinbûna aloziya bi Çînê re dest pê kir.
Wezîrê Karên Derve yên Amerîkayê Mike Pompeo, di roja ewilî de ji bo serfiraziya hilbijartinê Îng-Wengê pîroz kir û pesnê sîstema demokratîk a Taywanê da.

Helbet Çîn li hember vê helwestê bê deng nema û bi tundî nerazîbûna xwe îfade kir.
Rêvebiriya Çînê da xuyakirin, Taywan parçeyeke Çînê ye û xwest ti dewleteke din têkilî nava karûbarê vê giravê nebe.
Û Pekînê bang li Taywanê jî kir, dev ji serhişkiya xwe berde û were di bin banê neteweya Çînê de ciyê bigire.
Lîdera serfiraz a hilbijartina Taywanê xweziya Çînê di gewriya wê de hişt û got, ew ê tu carî bi Çînê re nebin yek.
Serok Îng-Wen diyar kir, ew naxwazin sîstema xwe ya demokratîk bikin qurbana yekitiya bi Çînê re.
Taywan bi awayekî dîrokî parçeyekî Çînê tê hesibandin û gelê vê giravê bi zimanê çînî dipeyive.

Rêvebiriya Pekînê pêşniyaz dike bi yekîtiya her du aliyan welatekî yekpare were damezirandin lê di berdêla vê de jî bila pergala kapîtalîst û demokrasiya bûrjûwa a li Taywanê bidome.
Lê rêvebiriyên Taywanê tu carî qîma xwe bi gotinên Çînê naynin û ji bo piştraskirina vê helwesta xwe zextên Çînê yên li ser Hong Kongê nîşan didin.