Ev welatê ku ji 2 milyon kîlomêtreqareyî mezintir e, girava herî mezin a cîhanê ye.
Li ser vî welatê ji berf û qeşayê pêk tê, bi tenê 56 hezar kes dijîn.
Lê kêmbûna nifûsê ji bo hebûna otonomiya berfireh a vê giravê nebûye asteng.
Danîmarka, di 1979’an de xweseriya Grînlandê nas kiriye û di 2009’an de jî erkên di destên rêvebiriya xweser de hatine berfirehkirin.
Di çarçoveya her du qanûnan de welatiyên li giravê dikarin parlemen û hikumeta xwe hilbijêrin. Herwiha, perwerde, tenduristî, masîgirî, çavkaniyên xwezayê û parastina xwezayê qadên di destên rêvebiriya herêmî de ne.
Lê welatiyên giravê dibêjin, êdî otonomî têrî wan nake û dema serxwebûnê hatiye.
Parlamena herêmî, bi mebesta destûra bingehîn a welatê serbixwe, komîsyonek ava kiriye.
Serokê vê komîsyonê Îneqî Skorûp Kîlsen dide zanîn, ew ê di 21 Hezîrana 2021’an de nivîsandina destûra nû temam bikin.
Di roja bidawîbûna destûra bingehîn de, kolonîzasyona Grînlandê 300 sal li dûv xwe dihêle.
Û welatiyên vê girava sar dixwazin roja dagirkirinê veguherînîn roja serxwebûnê û vê rojê weke cejna neteweyî ragihînin.
Yek ji aliyên herî balkêş ê vê giravê, tevî ku nifûsa wê 56 hezar e, sê zimanên fermî hene.
Her sê ziman zaravayên zimanê giravê Grînlandîk in.
Lê belê rêveberiya giravê ingilîzî û danîmarkî jî di karûbarên fermî de nas dike.