Bajarê Vucovarê li benda biryara referandûma antî-kêmar e

 

 

Şaxa Ewropayê ya Koma Mafên Kêmar (MRG) diyar kir ku ew di derbarê daxwaza lidarxistina referandûmê ya ji bo bisînorkirina bikaranîna zimanên kêmaran di qada civakî de ya li Hirwatîstanê bi fikar e. Li gorî MRG’ê eger encama referandûmê erênî be wê Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Kêmar bê îhlalkirin.

Referandûm ji aliyê Komîteya Parastina Vucovara Hirwat ku ji komeke welatî û gaziyên li Vucovarê pêk tê, tê daxwazkirin. Komîteyê di Mijdara 2013’an de ji bo lidarxistina referandûmê dest bi kampanyayeke îmzeyê kir û ji hikumetê daxwaz kir ku mafên zimanên kêmar ku di nava wan de îşaretên duzimanî yên ji bo civakê jî hene, divê bi tenê ji bo rêvebiriyên lokal ku kêmar herî kêm nîvê nifûsê pêk tînin, bê naskirin. Di hiqûqa niha ya li Hirwatîstanê de vî mafî dema ku kêmar ji sêyan yêkê nifûsa navendekê pêk bînin tê naskirin û lewma jî sirbên li Vucovarê dikarin vî mafî bi kar bînin.

Piştî ku îmzeyên pêwîst hatin berhevkirin, bi armanca biryara lidarxistina referandûmê bigire, di 16’yê Kanûnê de ji Parlamentoya Hirwatîstanê re hatin pêşkêşkirin. Niha tê payîn ku parlamento ji bo ku bê famkirin ku vê daxwazê destûra bingehîn îhlal dike an na, wê bişîna Dadgeha Destûra Bingehîn.

vucovar-2

Gerînendeyê MRG’ê Neil Clarke li ser mijarê dîtinên xwe anî ziman û wiha axivî: “Feydeya bisînorkirina mafên kêmaran ji bo mîrateya kompleks a paşeroja Hirwatîstanê tune ye. Rêzdariya du alî ya ziman û nasnameyê divê ji bo pêkhatina diyalogê  di navbera wan de, civatên lokal teşwîq bike.”

Hin sazî û rêxistinên li Vucovarê, berevajiya neteweperestên hirwat, li dijî daxwaza bisînorkirina mafên kêmaran reaksiyon nîşan didin. Ljubomir Mikicê ku endamê yek ji van saziyan a bi navê Navenda Aştiyê ya Vucovarê ye di vî warî de got ku “vê însîyatîfê me 20 sal paş de dibe” û peymanên navneteweyî û standardên bilind ên ji bo parastina kêmarên neteweyî li ber çav nagire.

Hirwatîstan welatekî pir-etnîkî û pir-zimanî ye ku ji bilî hirwatan, ji alban, bosnayî, çek, macar, îtalyan, roman, sirb û slovenan re malovaniyê dike. Sirb li welat koma etnîk a herî mezin in. Nifûsa sirban a li Vucovarê li gorî serjimara 2011’an ji sêyan yekê nifûsa bajêr derbas dike û ji ber vê yekê ji mafên ku ji aliyê Qanûna Mafên Kêmarên Etnîk ên li Hirwatîstanê hatine dayîn, îstifade dike. Kêmara sirb di çarçoveya vê qanûnê de bi awayekî fermî hem nivîskî hem jî bi devkî zimanê xwe di qada civakî de bi kar tîne. Herwiha kêmara sirb a li vî bajarî xwedî bikaranîna alfabeya Kîrîl e.

Çavkanî: Minorityrights.org

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …