Kampanyaya hişmendiya ziman a ji bo zimanê frîulî

 

 

Li herêma Friuli-Venezia-Giulia ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê, ji bo bikaranîna zimanê friuli (furlan)  kampanyaya hişmendiya ziman hat destpêkirin. Di kampanyaya ku ji aliyê Ajansa Herêmî ya Zimanê Frîulî (ARLEF) tê lidarxistin de, li ser awantajên veguheztina vî zimanî bi zarokan tê sekinandin.

Kampanyaya hişmendiyê di 21 Sibatê de li navenda zayinê ya Palmanovayê hat destpêkirin û tê plankirin ku ber bi navendên din ên bi vî rengî û navendên pedîatrîk û derzîlêxistinê yên li herêmê kampanya bê berfirehkirin.

Gerînendeyê ARLEF’ê William Cisilino di derbarê mijarê de diyar kir ku kampanya dixwaze nîşan bide ku pirzimanî bi tenê awantajan bi xwe re tîne. Cisilino got ku divê “hemû pêşdaraziyên li hember bi hev re bikaranîna çend zimanan a di salên pêşiyê yên jiyanê de ji holê bên rakirin.” Li gorî yek ji van pêşdaraziyan, ji ber ku dikare zanîna zimanê piraniyê qels bike, mezinkirina zarokan bi duzimanan tiştekî nebaş e.

Di çarçoveya kampanyayê de 20,000 broşurên ku tê de awantajên axaftina zimanê frîulî bi zarokan re hatibûn nivîsandin, wê bên belavkirin. Di broşurê de tê diyarkirin ku zanîna frîulî wê destûrê bide zarokan ku di salên pêşiyê yên jiyana xwe de bibin mirovên duzimanî. Li aliyekî din, broşur vedibêje ku axaftina duzimanî wê wan ji kesên yekzimanî baqiltir bike û di dema yextiyariyê de nehêle ku hişê wan kêm bibe.

Dê û bavên zarokan jî wê bi broşurê hinek pêşniyazên li ser bihevrehebûna zimanan werbigirin. Broşur dê û bavan teşwîq dike ku zimanê frîulî di hemû rewşên jiyanê (li derve û li malê) de bi kar bînin û diyar dike ku eger yek ji dê û bavan jî bi zimanê frîulî bizanibe, divê ziman veguhezîne zarokan. Li gorî agahiyên di broşurê de, eger dê û bav her du jî axavtvanên frîulî bin, wê demê divê vî zimanî bibe zimanê malbatê û “dema ku pêwîst be divê zimanê din bên bikaranîn”

Herêma Frîulî-Venezia-Giuliayê ku ji 8.240 km² yî pêk tê, herêmeke xweser e û tevlî çar herêmên din ên li Îtalyayê xwedî statuyeke taybet e. Nifûsa herêmê li derdora 1,000,000’ye û hikumeta herêmê dide zanîn ku ji vê nifûsê 700,000 kes dikarin bi zimanê frîulî biaxivin.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …