Biryara qedexekirina alfabeyê ya li Vucovarê hat betalkirin

 

 

Wezareta Edaletê ya Hirwatîstanê tetbîqkirina guherînên di statuya bajarê Vucovarê de da sekinandin. Biryara wezaretê ya di derbarê alfabeyên li bajêr tên bikaranîn de, ji aliyekî ve dilê welatiyên sirb xweş kir lê aliyê din jî neteweperestên hirwat xemgîn kir.

Rêvebiriya bajarê Vucovarê bi biryarekê eşkere kiribû ku di warê tetbîqkirina qanûna bikaranîna ziman a ji bo kêmarên etnîk, wê êdî li bajêr neyê bikaranîn. Di encama vê biryarê de bikaranîna Alfabeya Kîrîl di tabelayên saziyên fermî de hatibû qedexekirin.

Wezaretê, piştî serîlêdana ji aliyê Konseya Kêmarên Neteweyî yên Sirb a li vucovar_tabelaVucovarê, vê biryarê girt. Şaredarê Vucovarê Zeljko Sabo nêrînên xwe yên li ser biryarê anî ziman û got ku ew li bendê bûn ku biryareke wiha bê girtin.

Komeke şervanên kevn ên hirwat bi armanca qedexekirina bikaranîna alfabeya sirb di tabeleyên saziyên fermî de, di Îlonê de dest bi birêxistina rêzeçalakiyan kiribûn. Rêvebiriya bajêr, di destpêka meha Mijdarê de van çalakiyan hincet nîşan dabû û Statuya Vucovarê guherandibû.

Vucovar û hebûna sirb

Vucovar bajarekî  li rojhilatê Hirwatîstanê, li ser sînorê Sirbîstanê ye. Li bajêr 26,000 mirov dîjîn û ji % 35’ê vê nifûsê sirb in. Sirb, berevajiya Alfabeya Latînî ku ji aliyê hirwatan ve tê bikaranîn, Alfabeya Kîrîlî bi kar tînin ku di 1818’an de ji aliyê zimanzanê sirb Vuk Karadzîç ve hatiye pêşxistin. Ji ber ku bajêr hîn jî  wekî sembola şerê sirb û hirwatan a di 1990’an de tê dîtin, vê alfabeyê şerê jandar û Yûgoslavyaya kevn tîne bîra mirov.

Çavkanî: Globalvoicesonline.org, B92.net

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …