Arşîvên Tag: xweserî

Li Venetoyê daxwaza ji bo statuyeke taybet

    Konseya Herêmî ya Venetoyê daxwazên ji bo nîqaşkirina serxwebûn an berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê qebûl kir. Serokê Venetoyê Luca Zaia bi armanca bilêvkirina statuyeke taybet a ji bo herêma xwe, çû Romayê. Konseya Herêmî ya Venetoyê biryara nîqaşkirina li ser du pêşniyazqanûnên di derbarê …

Bêtir »

Partiyên macar li ser amadekirina pêşnûmaya xweseriyê li hev kirin

    Du partiyên siyasî yên Macar ên li herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) ya li Romanyayê li hev kirin ku bi lîsteyekê beşdarê hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewropayê bibin. Her du partiyên Macar ên bi navê Yekitiya Demokratîk a Macarên li Romanyayê (UDMR) û Partiya Medenî ya Macar (PCM) di …

Bêtir »

“Dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike lewma guh nade biryara çekberdanê ya ETA’yê”

    Jon Inarritu parlamenterê Parlamentoya Îspanyayê ya ji partiya Aralar a neteweperestên çepgir ên Baskê yê. Aralar ji kevneşopiya Herry Batasunayê (HB) ya ku wekî milê siyasî yê ETA’yê dihat dîtin û demeke dirêj e ji aliyê Spanyayê ve hatiye qedexekirin, tê. Aralar piştî nîqaşa naxweyî ya di nava …

Bêtir »

Di konferansa xweseriyê de tecrûbeyên xweseriyê hatin nîqaş kirin

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (PAD) Ii Amedê konferansa “Modelên Xweseriya Demokratîk ên Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de ji beşdarên ji Kurdistana Rojava, Bolîvya û Spanyayê tecrûbeyên xwe yên di derheqê ceribandinên xwe yên xweseriyê ya li welatên xwe pêşkêş kirin. Konferansa …

Bêtir »

Rêvebirê Şîliyê ji gelê mapûçe lêborînê xwest

    Waliyê herêma Araucaniayê ya li başûrê Şîliyê ji ber zilma li ser gelê mapûçe hatiye meşandin û erdên wan hatiye dagirkirin ji gelê mapûçeyê lêborînê xwest. Walî Francisco Huenchumilla ku ji aliyê Serokomarê Şîliyê Michelet Bachelet ji bo temsîlkirina Araucaniayê hatibû peywirdakirin, di daxuyaniya xwe ya çapemaniyê ya …

Bêtir »

Pevçûna navxweyî ya li Ûkraynayê gihîşt Kirimê

    Şêniyên rûsîaxêf ên li Kirimê ku ji dema destpêka pevçûna navxweyî û vir ve li dijî guherîna îktîdarê ya li Ûkraynayê derdiketin, veqetîna ji vî welatî nîqaş dikin. Rûsîaxêvên ji Kirimê bi armanca diyarkirina qedera herêmê ketin nav hewldanan. Bi hezaran kirimî bi armanca protestokirina îstîfaya Serokê Ûkraynayê …

Bêtir »

Digel peymana aştiyê Çîtagong li ser kaxizê xweser e

    Li herêma Çîtagongê ya li Bangladeşê digel îlankirina xweseriyê ya 21 berê, heta niha hilbijartin nehatine kirin. Her sê konseyên li herêmê hatine damezrandin, ji aliyê kesên ku partiyên îktîdarê van peywirdar dike tên birêvebirin. Bi armanca xweseriya Çîtagongê ya li başûrêrojhilatê Bangladeşê, di 1989’an de herêm di …

Bêtir »

Moldova xweseriyê pêşniyazê Transdînyesterê kir

    Serokwezîrê Moldovayê Iurie Leanca diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Transdînyesterê (Transnistria) herî baş bi riya “çareseriyên Ewropayê” dibe. Leanca ji bo mînakên vê çareseriyê Katalonyayê mînak da û got ku xweseriyeke bi vî rengî dikare ji bo herêma Transdînyesterê bê pêşniyazkirin. Leanca di nava dîtinên xwe yên ku …

Bêtir »

Li Fransayê xwepêşandana ji bo xweseriya Welatê Bask ê Bakur

    Li erdên Baskê ya li başûrêrojavayê Fransayê, bi armanca naskirina mafên gelê bask xwepêşandanekê hat lidarxistin. 3,500 mirov beşdarê xwepêşandana ku di 30’yê Berfanbarê de ji aliyê rêxistina sivîl a Baterayê hat lidarxistin, bûn. Ev bû meşa duyemin a ku isal ji bo heman daxwazê hat lidarxistin. Di …

Bêtir »

Di hilbijartina bakurê Kosowayê de namzetên sirb bi ser ketin

    Tûra duyemîn a hilbijartina lokal a li Kosowayê di 1’ê Mijdarê de hat lidarxistin. Namzetên ji Însîyatîfa Medenî ya Sirp (GIS) ku ji aliyê hikumeta Sirbîstanê dihatin destekirin, di hilbijartinê de bi ser ketin. Ev serkeftin riya pêkanîna peymana ji bo damezrandina herêmeke xweser a li bakurê Kosowayê …

Bêtir »

Thomas Benedîkter: Xweseriya kurdan wê Tirkiyeyê parçe neke lê welat bike ciyekî xweş

    Thomas Benedîkter lêkolînerekî ji herêma xweser a Tîrola Başûr a li Bakurê Îtalyayê ye. Benedîkter li ser herêmên xweser ên li Ewropayê, başûrê Asyayê û xweseriya modern a li seranserê cîhanê çend pirtûk û gelek gotar nivîsandine. Li gorî wî riya herî baş a ji bo problemên etnîk …

Bêtir »