Grondland di riya serxwebûnê de dimeşe

 

 

Serokwezirê Grondlandê Aleqa Hammond diyar kir ku “ji bo gelên ku hatine kolonîzekirin” dewleteke serbixwe pêwîst e. Hammond destnîşan kir ku di riya serxwebûnê de pêdiviya herî mezin bi aboriya “têrî xwe dike” heye.

Serokwezîr Aleqa Hammond di Konferansa Sînorên Arktîk a ku li Norwêcê hat lidarxistin de got ku “riya me ya ber bi serxwebûnê ve riyeke xwezayî ya gelên ku di demên berê de hatine kolonîzekirin e.” Hammond pê de çû û got ku serxwebûn “projeyeke demdirêj e” ku beriya vê divê welatê wê aboriyeke ku têra xwe dike ya li ser çavkaniyên xwe hatiye damezrandin û di asteke bilind de bi aboriya cîhanê re entegre bûye, ava bike. Di vê çarçoveyê de hikumeta Hammond ku sala borî hat ser kar, di Cotmeha 2014’an de dest bi amadekariyên derxistina ûranyûm û çavkaniyên din ên kêm tê dîtin, kiribûn.

“Lihevkirina” bi Danîmarkayê re

Hammond di heman konferansê de anî ziman ku Grondland di pêvajoyeke ku gav bi gav ji rewşa kolonîbûnê dûr dikeve re derbas dibe û di qada navneteweyî de wekî netewe hatiye naskirin. Lê Hammond da zanîn ku ev pêşveçûyîn têr nakin û nekare hemû birînên di navbera welatê wê û Danîmarkayê de derman bike.

aleqa hammond

Kêm guman hene ku girava herî mezin a cîhanê Grondland ku girêdayê Danîmarkayê ye, wê di çend salên bê de serxwebûna xwe bi dest bixe. Danîmarka di 2009’an de bi awayekî fermî mafê diyarkirina qederê ya giravê naskir ku di nava wê de deklerekirina serxwebûnê jî heye. Serokwezîr Hammond diyar kir ku ew di bin tesîra tecrûbeya Nelson Mandela ya li Afrîkaya Başûr de maye û dixwaze di 2014’an de Komîsyona Lihevkirinê ya Grondlandê bê avakirin. Li gorî serokwezîra grondlandî, wê di çarçoveya xebatên vê komîsyonê de welatiyên Grondlandê bi bûyerên berê yên di navbera komên nifûsê de pêk hatine re rû bi rû werin û ji ber kiryarên negatîf wê Danîmarka bê efûkirin. Tê plankirin ku piştî vê pêvajoyê, di warê bazirganî, çand û perwerde de yê de hevkariya di navbera her du welatan bê xurtkirin.

Kurteagahiyên di derbarê Grondlandê de

Grondland (bi zimanê inuit Kalaallit Nunaat) gîravekî ye ku di navbera Arktîk û Okyanûsa Atlantîk de cî digire. Firehiya erdên welat ji 2 milyon km2   zêdetir e lê piraniya erda wê ji qeşayê pêk tê. Digel mezinbûna welat, nifûs bi tenê 56,000’e. Ji % 89’ê nifûsê ji koma etnîk a inuit ku bi ewropiyan re tevlîhev bûne, pêk tê û welatiyên din ên mayî jî ewropî ne. Ji aliyê statûya xwe ve Grondland welatekî xweser a di destê Danîmarkayê de ye. Danîmarka bi awayekî qismî alîkariya xwe ya ji bo fînansê ya ji bo aboriya welat didomîne. Di referandûma di 2008’an de ji % 75’ê welatiyên giravê di lehê berfirehkirina xweseriyê de dengên xwe dan. Ji ber vê pêşveçûyinê, Danîmarka di 2009’an de mafê diyarkirina qederê ya Grondlandê naskir.

Çavkanî: Nationalia.info

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …