Di konferansa xweseriyê de tecrûbeyên xweseriyê hatin nîqaş kirin

 

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (PAD) Ii Amedê konferansa “Modelên Xweseriya Demokratîk ên Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de ji beşdarên ji Kurdistana Rojava, Bolîvya û Spanyayê tecrûbeyên xwe yên di derheqê ceribandinên xwe yên xweseriyê ya li welatên xwe pêşkêş kirin.

Konferansa ku di 23’yê mehê li Salona Şaredariya Mezin a Baxlerê hat lidarxistin bi beşdariya cihêreng a ji derveyê welat balê kişand. Hevseroka PAD’ê û namzetê hevserokatiya Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah, Wezîrê Derveyê Kantona Kobanê ya Kurdistana Rojava Îbrahim Îbrahim Kurdo û hin rêvebirên kantonê, parlamenterê bask ê Parlamentoya Spanyayê û endamê partiya Aralarê Jon Inarritu, berpirsê Karên Derve yê Aralarê Iñaki Aldekoa, ji Komeleya Katalonya-Kurdistan Albert Folch, parlamenterê îzlandayî Ögmundur Jónasson, senatorê bolîvyayî ya ji partiya MAS Flora Aguilar û parlamenter Roberto Rojas û koma xwendekarên fransewî beşdar bûn.

kisanak2

Kişanak xweseriya lokal daxwaz kir

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Gultan Kisanak ve hat kirin. Kişanak di axaftina xwe de wiha got: “15 sal in li ber Komara Tirkiyeyê modela xweseriya demokratîk heye. Ew li ser maseyê û li ber hikumetên Enqerê ne. Ji van mijaran yek nîşan dide ku eger jiyaneke bi hev re ya wekhev û azad tê xwestin, xweseriya rêvebiriyên lokal pêwîst e. Reva ji vê rastiyê ne mimkûn e. Sîstema hişk a navendîparêz bûye belayê serê hemû gelên Tirkiyeyê. Serokwezîrekî li Enqereyê dikare midaxeleyê herçar aliyên Tirkiyeyê bike. Ew dikare midaxaleyê mijarên wekî wê li ku derê park bê çêkirin, wê rê di ku derê re derbas be, wê li kîjan dibistanê kîjan pirtûk bê xwendin an pêdiviyên zarokekî sêwî wê çawa bê peydekirin, bike. Her tişt li benda du gotinên Enqereyê mane. Îro kesên ku ji rêvebiriya otorîter gazinan dikin û eger hûn dixwazin her tişt ne li benda du gotinên Enqereyê bin, tekane tiştê ku hûn bikin ev e ku sîstema navendîparêz a di destê Enqereyê de belavî rêvebiriyên lokal bikin.”

Roberto Rojas: Li Bolîvyayê her gund xwedî mafên lokal e

Senatorê ji partiya MAS’ê ku li Bolîvyayê Îktîdar e Flora Aguilar di derbarê pêvajoya pêkhatina îktîdara MAS’ê de hin agahî dan. Flora got ku di 2002’an de ji bo Destûra Bingehîn a nû referandûm hatiye lidarxistin û di navbera 2006-2007’an de destûra bingehîn hatiye qebûlkirin. Flora diyar kir ku êdî bi destûra bingehîn gelek bolîvyayî wekî kesên biyan nayên dîtin. Parlamenter Rojas jî li ser xweseriya herêmî û lokal a li Bolîvyayê hin agahî dan û got ku Bolîvya ji pênc herêman pêk tê û li van herêman mafên lokal ên her gundekî heye. Rojas da zanîn ku di nava vê sîstemê de herkes bi rengekî azad ziman û çanda xwe pêk tînin û wan diparêzin.

dyb-23-3-14-ozerklik-panel-jon-inarritu2 copy

Jon Inarritu: Xweserî pozîtîv e lê têr nake

Parlementerê bask Inarritu qala aliyên pozîtîf ên xweseriya Herêma Xweser a Baskê kir û got ku di warê sîstema aboriyê de mafên wan ên berfireh hene û ew dikarin li welatê xwe hemû bacê berhev bikin. Inarritu da zanîn ku di warê parastina ziman a bi riya perwerdeyê ew serfiraz bûne û got ku li Ewropayê rêjeya herî kêm a devjêberdana perwerdeyê li Baskê pêk tê. Çend ji aliyên pozîtîf ên xweseriyê ya ku Inarritu derxist pêş serfiraziyên di qada kar û xebatê de û hebûna polêsên herêma xweser bû. Parlamenter da zanîn ku yek ji herêma ku rêjeya bêkariyê herî kêm e Bask e û herwiha ceribandina koperatîfa Mondragon a li Baskê bi dehan salan e bi serfirazî tê meşandin. Inarritu diyar kir ku herêma wan ê xweser xwedî rêxistina xwe ya xweser a polêsan e û ew ji aliyê rêvebiriya wan ve tê fînansekirin.

Parlamenter Inarritu pişt re da zanîn ku hin aliyên xetimî yên xweseriya Baskê jî hene û dema mirov bi rengekî giştî li meseleyê binêre xweserî têra wan nake. Di warê aliyên negatîf de Inarritu hin mînakan da û got ku “di pêvajoya 30 salên xweseriyê de bi dehan hêzên ku divê têketana destê rêvebiriya Baskê hîn nehatine transferkirin.” Inarritu destnîşan kir ku zimanê baskî bi tenê li welatê wan fermî ye û ew nekarin li Madrîdê û li paytexta Yekitiya Ewropayê Bruksêlê bi zimanê xwe biaxivin.

asya2

Asya Abdulah: Komun û meclîs bingeha xweseriyê ne

Hevserokê PYD’ê û endamê rêvebiriya Kantona Cizîrê ya Kurdistana Rojava Abdulah di axaftina xwe de modela xweseriya rojava ku bi realîteya xwe ya kantonan hat naskirin, parast û got ku ji ber ku vê modelê hemû cihêrengiya çandî, zimanî, olî û neteweyî ya li herêmê hembêz kiriye rê li ber şerê navxweyî girtiye. Abdulah bi daneyan ku pêşkêş kir de nîşan da ku beşdariya xurt a cihêrengiya li Rojava û beşdariya jinê ya di kantonên hatine damezrandin de pêk hatiye. Abdulah li ser xebata sîstema xweseriyê jî hin agahî dan. Li gorî vê, sîstema xweseriyê ji bin ve ji komunên gundan, meclîsên taxan û meclîsên bajaran ku her sê jî xweser in, pêk tê. Aliyekî din ê ku Abdulah diyar kir ev bû ku di bin kantonên xweser ên Rojava de her herêm di nava xwe de xweser e. Herwiha  Abdulah got ku di vê rewşê de têkiliyên di navbera kantonan de ji aliyê cografîk ve qut e û her kanton bi tevahî bi tena serê xwe problemên xwe çareser dike.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …