Partiyên macar li ser amadekirina pêşnûmaya xweseriyê li hev kirin

 

 

Du partiyên siyasî yên Macar ên li herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) ya li Romanyayê li hev kirin ku bi lîsteyekê beşdarê hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewropayê bibin. Her du partiyên Macar ên bi navê Yekitiya Demokratîk a Macarên li Romanyayê (UDMR) û Partiya Medenî ya Macar (PCM) di heman demê de li hev kirin ku bi armanca amadekirina projeya xweseriyê ya ji bo macarên li Romanyayê komeke xebatê damezrînin.

Projeya xweseriyê ya ku dixwaze bê amadekirin ji du aliyan pêk tê. Li aliyekî, ji bo herêma Szeklerlandê ku macar piraniya nifûsê pêk tînin, wê pêşnûmayeke xweseriya terîtoryal û li aliyekî din jî ji bo macarên li aliyên din ên Transîlvanyayê dijîn wê pêşnûmayeke ji bo xweseriya çandî bê amadekirin.

Serokê UDMR Kelemen Hunor li ser vê mijarê nêrînên xwe anî ziman û got ku wê projeya xweseriyê li ser “prensîba xizmeta ji ciyê xwe ve” bê damezrandin ku li gorî vê heta ku pêkan be divê biryar bi awayekî lokal bên girtin.

szeklerland2

Rêxistinên macar ên li Transîlvanyayê, bi taybetî jî yên li herêma Szeklerlandê demeke dirêje daxwaza xweseriyê dikin. Di 27’ê Cotmeha 2013’an de xwepêşanderên macar bi tevlîbûna macarên li Transîlvanya û yên li herêmên bi ser Çiyayê Karpatan ve di navbera Bereck û Kökösê de kom bibûn û ji Romanyayê daxwaza diyarkirina mafê qederê kiribûn.

Meclîsa Neteweyî ya Szekler a li bajarê Gyergyóditróyê ye ji bo herêma Szeklerlandê sînorekî demî diyar kiriye û ji dewleta Romanyayê dixwaze ku van sînoran bi riya lidarxistina referandûmeke lokal bên qebûlkirin. Meclîsa navborî ji nûnerên ji 153 şaredariyên macar ên li herêmê hatine, pêk tên.

Szeklerland herêmeke ku mezinbûna wê qasî 20,000 km2 ye. Li herêmê ji 800,000’î zêdetir kes dijîn ku ji % 75’ê wan macar in.

Temsîliyeta macaran a li Yekitiya Ewropayê

Bi armanca bidestxistina temsîliyetê di Yekitiya YE’yê de wê UDMR bi lîsteya xwe beşdarê hilbijartinê bibe û PCM jî destekê bide vê lîsteyê. Bi vî awayî tê hêvîkirin ku bendava hilbijartinê ya Romanyayê ku di asta welat de ji % 5’e, bê derbaskirin. Di hilbijartina 2009’an a ji bo Parlamentoya Ewropayê de UDMR li Romanyayê ji % 9’ê dengan bi dest xistibû.

Çavkanî: Nationalia.info / Sznt.ro

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …