Rêvebirê Şîliyê ji gelê mapûçe lêborînê xwest

 

 

Waliyê herêma Araucaniayê ya li başûrê Şîliyê ji ber zilma li ser gelê mapûçe hatiye meşandin û erdên wan hatiye dagirkirin ji gelê mapûçeyê lêborînê xwest.

Walî Francisco Huenchumilla ku ji aliyê Serokomarê Şîliyê Michelet Bachelet ji bo temsîlkirina Araucaniayê hatibû peywirdakirin, di daxuyaniya xwe ya çapemaniyê ya 13’yê Adarê de nexşeriya xwe ya ji bo rêvebirina herêma Mapûçeyê diyar kir.

Huenchmilla di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li ser navê rola xwe ya hem wekî walî hem jî wekî endamekî huenchmilla jaramilloyê ku bi vî awayî her du aliyan jî temsîl dikim, ji ber diziya erdên we ya ji aliyê dewletê, lêborînê dixwazim. Dewlet li hemberê we deyndar e û ji 130 salan zêdetir e polîtîkayên fermî ku nekaribûye vê herêmê ji xizaniyê rizgar bike û dawî li vê rewşa ku herêm yek ji herêma herî paşketî ya welat e bîne, meşandiye.

Huenchmilla got ku “bila ti kesî li benda mûcîzeyan nebe” û pê de çû û got ku “mijarên sereke yên wekî erd, xweserî, naskirina polîtîk û beşdarî ku dewleta navendî eleqeder dike, di serê wî de zelal in û ew destekê dide van mijaran.”

Mapuche2

Du roj beriya daxuyaniya Waliyê Araucaniyê, raporeke di derbarê rewşa herêmê de ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (HRW) re hatibû pêşkêşkirin. Di raporê de meseleya Mapûçeyê “pir zêde aloz” hatibû nîşandayîn û fikarên di derbarê bikaranîna qanûna antî-terorîzmê ya li dijî aktîvîstên mapûçe hatibû destnîşankirin. Ligel hin rastiyên din, rapor cî dabû vê tespîtê jî: “Cûdaxwaziya polîtîk û aborî ya ku gelê mapûçe rû bi rû dimîne sebebê radîkalîzma ku amûrên şidetê bi kar tîne ye. Berpirsiya çareserkirina van mijaran bi awayekî zelal li ser milê dewletê ye. Ji dema restorasyona demokrasiya li Şîliyê û vir ve ti hikumet qasî ku heq kiriye dest navêtiye vê mijarê.”

Li Araucaniayê ku wekî keleha gelê mapûçe tê naskirin, ji sedsala 19’emîn û vir ve rewş ne aram e û cî bi cî di navbera dewletê û aktîvîstên mapûç de pevçûn derdikevin. Di dema dagirkirina erdên Şîliyê ya ji aliyê Împaratoriya Spanyol de gelê mapûçe li dijî dagirkeran berxwedaneke xurt meşand û nehişt erdên wê bên dagirkirin. Spanyol mecbûr man ku Çemê Bio Bioyê di navbera erdên gelê mapûçe û koloniya Şîliyê de bikin sînor û serxwebûna herêma mapûç nasbikin. Di sala 1882’an de Dewleta Şîlî ku 70 sal berê serxwebûna xwe bi dest xistibû, herêma Mapûçe dagir kir. Ji wê rojê heta niha berxwedana gelê mapûçe a ji bo xweseriyê, bidestxistina erdên xwe û beşdariya polîtîk dom dike.

Çavkanî: Santiagostimes.cl

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …