Seroka Şîliyê ji bo mafên gelê mapûç di bin zextan de ye

 

 

Gelek rêxistinên sivîl ên ji Şîliyê û yên navneteweyî ji seroka Şîliyê Bachelet daxwaz kirin ku dawî li polîtîkaya dewleta xwe ya li hember gelê mapûç ê ku dixwaze li ser erdên xwe bijî, bîne. Rêvebirê kevneşopî yê Mapûçe ku tê darizandin, diyar kir ku hikumeta Şîliyê dixwaze gelê xwecî bitîrsîne.

Li derdora 50 rêxistinên ji Şîliyê û yên navneteweyî bi nameyekê ku di 10’ê Sibatê de ji seroka nû hatiye hilbijartin a Şîliyê Michele Bachelet re şandin, daxwaz kirin ku girtiyên siyasî yên mapûç efû bike û bi riya temsîlkirin û xwe-rêvebirinê mafê qederê yê gelê mapûç nasbike. Di nava saziyên ku nameyê îmze kirine de Komîsyona Şîliyê ya ji bo Çavdêrî û Parastina Mafên Mirov ên Gelê Xwecî (CORHPO), Rêxistina Netewe û Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO) û Serwîsa ji bo Aştiyê (SERPAJ) jî cî digirin.

Sozên seroka nû

Bachelet di pêvajoya kampanyaya xwe ya hilbijartinê de dabû xuyakirin ku meşandina Qanûna Antî-Terorê ya di dema serokatiya wê ya ewilî (2006-2010) de şaşiyek bû û gotibû ku ew dixwaze di warê tetbîqnekirina vê qanûnê de ya di mijarên daxwazên gelê xwecî yên ji bo xwedîderketina erdên wan de bi derdorên eleqeder re nîqaşê bike. Li aliyekî din, di manîfestoya hilibjartinê ya seroka nû de hatibû diyarkirin ku ew ê “statuyeke taybet a xweseriyê” a gelê mapûç bê qebûlkirin.

Dozên li dijî aktîvîstên mapûç

Mixabin di vê pêvajoya ku Bachelet hîn bi awayekî fermî dest bi karê xwe nekiriye de, dozên ku li dijî aktîvîstên mapûç hatine destpêkirin didomin. Ji nav van, doza herî girîng a li dijî rêvebirê kevneşopî ya Mapûçe Celestino Cordova hatiye vekirine. Di vê dozê de tê îdîakirin ku Cordova Werner Luchsinger û hevjîna wî Vivian Mackay kuştiye. Ev her du kes li ser erdên ku li gorî aktîvîstên mapûç milkê pêşiyên wan bûn, dijiyan.

Rêvebirê Mapûçe Cordova daxuyaniyekê da û îdîayên li dijî xwe red kir. Cordova diyar kir ku ji ber wî “bi wêrekî doz û parastina erd û xwezaya xwe kiriye” tê darizandin û darizandina wî bi armanca tirsandina gelê mapûç a ji aliyê Hikumeta Şîliyê tê bi kar anîn.

Naveroka nameyê

Di nameyê de van 7 xalên ku divê ji aliyê Şîliyê bê çareserkirin hatin rêzkirin:

  1. Bê şert û merc serbestberdana girtiyên siyasî yên ji Mapûçeyê.
  2. Pêkanîna tenduristiya fîzîkî û psîkolojîk a zarokên mapûç û tetbîqkirina hemû teahudên mafên mirovan ên navneteweyî ku Hikumeta Şîliyê girtiye ser xwe.
  3. Ji bo domkirina diyalogê di navbera Dewleta Şîlî û nûnerên civakên cuda yên ku ji aliyê gelê mapûç hatine diyarkirin, avakirina qadekê.
  4. Meşandina Konvansiyona 169’emîn a ILO’yê (Rêxistina Kedê ya Navneteweyî) ku Şîlî îmze û erê kiriye
  5. Naskirina diyarkirina mafê qederê û formên xwe-rêvebirinê ya ji bo temsîlkirina gelê mapûç.
  6. Betalkirina Qanûna Antî-Terorîzmê ku bi armanca hedefgirtina Mapûçe, ji aliyê Hikumeta Şîliyê ve hatiye amadekirin.
  7. Bi awayekî acîl vekişîna hêzên polîs ên taybet ku di çarçoveya vê nakokiyê de li ser kar in û bi bi vî awayî demîlîtarîzasyona (jihêzênçekdarpaqijkirina) herêmê.

Hebûna gelê mapûç a li Şîlî û Arjantînê

Gelê mapûç koma etnik a herî mezi a li Şîliyê ye ku ji % 10’ê nifûsê (1.000.000) pêk tînin. Nêzîkî nîvê vê hejmarê lı başûrê erdên Mapûçe yên kevn ên di navbera çemê Bio Bio û girava Chiloeyê de ku li başûrê Şîliyê cî digire, dijî. Nîvê din ê nifûsa mapûç jî li paytext Santîago û li derdora wê dijîn. Ji bilî Şîliyê, li welatê cîran Arjantînê qasî 300,000 mapûç dijîn.

Çavkanî: Nationalia.info / Unpo.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …