Digel peymana aştiyê Çîtagong li ser kaxizê xweser e

 

 

Li herêma Çîtagongê ya li Bangladeşê digel îlankirina xweseriyê ya 21 berê, heta niha hilbijartin nehatine kirin. Her sê konseyên li herêmê hatine damezrandin, ji aliyê kesên ku partiyên îktîdarê van peywirdar dike tên birêvebirin.

Bi armanca xweseriya Çîtagongê ya li başûrêrojhilatê Bangladeşê, di 1989’an de herêm di navbera sê jêr-herêmên bi navê Rangamatî, Khagîrachharî û Bandarban de hat parvekirin û li her herêmê konseyeke herêmî hat damezrandin. Ji ber Çîtagong tekane herêma bilind û bi gir a li welat e, hemû konseyên hatin damezrandin wekî ‘konseyên jêr-herêmên bi gir’ hatin binavkirin.

Bi armanca pêkananîna rêvebirina jêr-herêman, di heman salê de hilbijartin hat lidarxistin û ji bo temsîlkirina kêmara etnîk û rûniştvanên ji derve hatine herêmê li her jêr-herêmê rêvebirekî û meclîseke ku ji 30 kesî pêk dihat hat damezrandin.

Di pêvajoya 21 salan de hikumeta bengal bi armanca pêşxistina rewşa civakî-aborî ya gelê Çîtagongê ji butçeyê pere veqetand û wê transferê herêmê kir. Lê ji roja damezrandinê û vir ve hilbijartin nehatin lidarxistin û vê yekê jî bû sebeba pêkhatina rêvebiriyeke dejenere ku bi tenê alîkariya navendê ji bo berjewendiyên xwe bi kar danî.

Berdevkê PCJSS’yê (Partiya Yekgirtî ya Gel a Çîtagongê) Mangal Kumar Çakma di vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got ku “di rewşa niha de rêvebir û endamên konseyên demî yên jêr-herêmên Çîtagongê, wekî nûnerên hatibin hilbijartin hesabê nadin” û konsey bûne ofîsên partiyên siyasî AL û BNP’ê. Çakma diyar kir ku ev ji Komîsyona Hilbijartinê ya Bangladeşê daxwaz dikin ku di demeke zû de di vî warî de însîyatîfê bigire û hem ji bo rêvebiriya konseyên jêr-herêman û hem jî ji bo  Konseya Herêmî ya Çîtagongê hilbijartinê li dar bixe.

Berpirsê Komîsyona Hilbijartinê Muhamed Şah Nawaz li ser mijarê axivî û got ku eger wezareta bi mijarê re eleqeder ji komîsyonê daxwaz bike, ew ê bikaribin hilbijartinê li dar xibin. Nawaz da zanîn ku “lidarxistina hilbijartinên rêvebiriyên lokal ne berpirsiyeke destûra bingehîn a komîsyona wî ye û hilbijartinên lokal ji berpirsuyeke destûra bingehîn zêdedir karekî hiqûqî ye.”

Sekreterê Wezareta Çîtagongê ya hikumeta bengal Naba Bikram Kishore Trîpura jî got ku hikumet wê Qanûna Konseya Jêr-Herêmên bi Gir biguherîne û endamtiya ji bo konseyên demî berfireh bike. Trîpura pê de çû û got ku heta niha 23 departman transferê konseya Rangamatî, 22 transferê Khagrachari û 21 yek jî tranferê Bandarban hatine kirin. Sekreter diyar kir ku sê mijarên din ên wekî perwerdeya navîn, tûrîzma lokal û dibistana teknîkî ya li Khacrachari jî wê bên transferkirin.

citagong2

Kurtedîroka nakokiya Çîtagongê

Çîtagong ku jê re Herêmên bi Gir ên Çîtagongê (bi zimanên herêmê Parbatya Çattagram) jî tê gotin, erdeke ku berfirehiya wê 13,295 km2 ye û li başûrêrojhilatê Bangladeşê, li ser sînorên Hîndîstan û Myanmarê cî digire. Li gorî serjimara 2011’an nifûsa herêmê di ser 1,500,000 re ye. Ji ber koçberiya ji derve hejmara kesên ne xwecî gihîştiye nîvê nifûsê.

Li herêmê eşîrên bi navê Li herêmê eşîrên bi navê çakma, marma, trîpura, tançangya, çak, panko, mru, murun, bawm, luşaî û khyang ku hemû ji wekî cumma tên binavkirin, dijîn.

Di salên 1970 û 80’yan de hikumetên Bangladeşê xwestin li herêmê rûniştvanên bengal bi cî bikin û bi vî awayî karaktera etnîk û olî ya Çîtagongê biguherînin. Hewldanên hikumetê rastî reaksiyona gelên xwecî hat û li dijî polîtîkaya asîmîlasyonîst a Bangladeşê di 1973’an de tevgera gerîla ya bi navê Şantî Bahînî hat damezrandin. Ji ber berxwedana gerîla Bangladeş li herêmê şerekî qirêj meşand ku di vî şerî de ligel kuştina gelek kesan, abîdeyên bûdîst û hîndû jî hatin hilweşandin û gelek zarokên xwecî bi zorê hatin misilmankirin. Lê di dawiyê de hikumeta Bangladeşê mecbûr ma ku bi tevgera Şantî Bahînî re dest bi muzakereyan bike û di sala 1997’an de di navbera her du aliyan de peymana aştiyê hat îmzekirin.

Lê hin aliyên mixalif ên li Çîtagongê ji wê rojê û vir ve bi sebeba ku peymana aştiyê mijara koçberên ji derve hatine çareser nekiriye peymanê rexne dikin.

Çavkanî: Theindependentbd.com / Wikipedia.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …