Li Edeneyê Pêşdibistana Kafkas hat vekirin

Li Tirkiyeyê cara ewilî dibistaneke çerkezan a bi navê Pêşdibistana Kafkas hat vekirin. Pêşdibistana ku ji aliyê Komeleya Çerkez a Edeneyê hat vekirin, di Îlonê de dest bi perwerdeyê kir.

Komeleya Çerkez a Edeneyê di 2012’an de dest bi lêgerîna avakirina dibistaneke kafkas kir û li Taxa Guzel Yali ya li Edeneyê avahiyeke du qatî kirê kir. Li ser daxwaza komeleyê, Fona Neteweyên Yekbûyî ya Alîkariya ji bo Zarokan (UNICEF) hemû mesrefên dibistanê girt ser xwe û di 22’yê Îlonê de li dibistanê perwerdeya zarokan dest pê kir.

afis_kafkas

Endam û xwendekarên komeleyê piştî ku hefteyekê di ser perwerdeyê re derbas bû, tevlî mamosteyeke pispor dîwarên derve yên dibistanê boyax kirin.

Di dibistanê de zarokên di navbera temenê 3 û 5’an de wê ziman û çanda xwe fêr bibin.

 

Çavkanî:  KAFFED (Kafkas Dernekleri Federasyonu)

About infowelat.com

Li vê jî binêre

Nûnera Greenlandê axaftina bi Denmarkî red kir

Wekîleke Greenlandê di rûniştina Parlamentoya Denmarkê de bi zimanê Inuitî axivî. Nûnera Greenlandê daxwaza wergera …