1,600 kes beşdarê bernameya axaftina bi baskî bûn

Li herêma Baskê ya li Spanyayê 1,600 mirov beşdarê bernameya duyemîn a Berbaguneayê ya li Bilbaoyê bûn. Ev çalakî bi armanca beşdar bi zimanê baskî bi hev re biaxivin û nîqaşan bimeşînincara ewilî sala borî hat lidarxistin.

Bername ji aliyê Şaredariya Bilbaoyê û Meclîsa Wîlayetê ya Bizkaiyayê (Diputacion Foral de Bizkaia) hat lidarxistin û endamê Meclîsa Wîlayeta Bizkaiayê M. Josune Ariztondo û endamê Beşa Baskî, Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Bilbaoyê Sabin Anuzita jî beşdarê vê bernameyê bûn.

Ariztondo ragihand ku mirovên di hemû temenan de beşdarê vê Berbaguneaya duyemîn bûne û ji bo axaftina bi baskî, li dora maseyekê hatine cem hev. Ariztondo da zanîn ku vê bernameyê nîşan dide ku “zimanê baskî her ku diçe di jiyana welatiyan de ciyekî mezin digire.”

Endamê meclîsê Ariztondo pê de çû û got ku vê bernameyê bi armanca ku “hemû kesên ku dikarin baskî fam bikin û biaxivin û dixwazin di derbarê heman mijaran de bi kesên din re danûstendinan bikin,” tê li dar xistin.

Di bernameya duyemîn a Berbaguneayê de performansên zindî yên muzîka baskî hat pêşkêşkirin û ji bo dînamîzekirin û meşandina nîqaşên bi baskî pêşkêşvan Urko Aristi beşdarê bernameyê bû.

Ji bo “afirandina atmosfereke rihet a nîqaşê” bername li çar beşan her yek ji wan saet û nîvekê dom kir, hat veqetandin. Di her beşî de 400 kes cî girtin û ji vê hejmarê jî komên ku 6 kesan pêk dihatin, hatin damezrandin.

Çavkanî: Deia (Rojnameya bi baskî û spanyolî ya li Herêma Xweser a Baskê)

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …