Sempozyûma Nûbiharê dest pê kir

Sempozyuma Nûbiharê ya navneteweyî ya bi navê “Ziman, Dîn û Nasname” li Amedê dest pê kir. Di roja ewilî ya sempozyûmê de Îsmaîl Beşîkçî, Baskin Oran, û Kadrî Yildirim û gelek beşdarên din axivîn.

Di sempozyûma ku di çarçoveya salvegera 21’emîn a kovara Nûbiharê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin a Amedê hat li dar xistin de gelek  akademîsyen, nivîskar û rojnameger cî girtin.

Axaftina sempozyûmê ji aliyê endamê Beşa Dîrok û Hunerên Îslamê yê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Erkol hat kirin. Paşê li ser navê Nûbiharê Suleyman Çevîk axivî û got ku tesîreke mezin a Nûbiharê li ser ziman û çandê heye û kovar dixwaze bi sekna xwe ya îslamî ziman û zanista kurd pêş bixe û belav bike.

Baskin Oran: Sê pêvajo hene

Piştî  van axaftinan, Prof. Dr. Baskin Oran li ser mijara “Ji Kanûnî Esasiya 1876’an Heta Niha li Tirkiyeyê Meseleya Kurd” axaftinekê kir. Oran di axaftina xwe de got ku di kongreyên Sêwas û Erziromê de di bin navê “îslamê” de qala kurdan jî hatiye kirin û di Protokola Amasyayê de rasterast navê kurdan derbas bûye. Oran da zanîn ku di jargona dewletê de di destpê de kurd di bin navê “îslamê” de ji xwe re cî dîtîne, paşê dewlet navê “Tirkiyeyê” pejirandiye û dawiyê jî di pêvajoya înkarkirina hebûna kurdan de navê “tirk” hatiye bi kar anîn.

Murat Tezcur: Kurd di asta îdarî de nayên temsîlkirin

Di rûniştina ewilî de Dr. Guneş Murat Tezcur li ser lêkolîna xwe ya “Li Tirkiyeya Modern de Pêkhatina Nasnameyên Kurd: Krîstalbûyina Hiyerarşiyên Etnîk û Kêmbûna Tîrbûnê” hin agahî dan. Tezcur got ku wan li ser gelo di deh salên dawî de kî bûne walî, lêkolînekê kirine û dîtine ku walî herî kêm ji wilayetên rojhilat û herî zêde jî ji wilayetên Anatoliya Navîn hatine hilbijartin. Tezcur got ku heta niha li şeş wilayetên rojhilat walî nehatine hilbijartin û van encaman nîşan didin ku kurd di asta îdarî de nayên temsîlkirin. Herwiha Tezcur da zanîn ku li ciyekî di navbera kesên birêvedibin û kesên tên birêvebirin de cudahiya ziman hebe, şîdet derdikeve meydanê.

Kadrî Yildirim: Îslam parastina bi zimanê dayikê qebûl dike

Prof. Dr. Kadri Yildirim di axaftina xwe ya bi sernavê “Li gorî Îslamê Cî û Giringiya Parastina bi Zimanê Dayikê” got ku ji vir 1400 sal berê îslam destûrê daye ku di dadgehan de bi zimanê dayikê parastin bê kirin û ji bo vê yekê wergêran peywirdar kiriye. Yildirim ji ber çavgirtina wan a ji vê rastiya îslamê re, mezûnên îlahiyetê yên tirk bi giranî rexne kir û got ku eger tirkî di rewşa kurdî de bûna wê van derdoran bi her cûre lêkolîn û xebatên xwe vê rastiya îslame eşkere bikirana.

Îsmaîl Beşîkçî: Ji ber ku kurd parçe bûne nasnameya wan a navneteweyî tune ye

Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî di axaftina xwe ya rûniştina ewilî ya piştî nîvro ya li ser “Di pêkhatina Nasnameyê de Ciyê  Ziman û Olê” de da zanîn ku di pêkhatina nasnameyê de ciyekî girîng a ziman heye. Beşîkçî diyar kir ku sebeba ku îro di qada navneteweyî de nasnameya kurdan tuneye, parçebûna wan a di navbera çar parçeyan de ye.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …