Facebook li Paraguayê li çi digere?

 

 

Tora sosyal Facebook ku li cîhanê bi tevahî 1.2 mîlyar bikarhênerên wê hene, xizmeta xwe bi zimanê guaranî da destpêkirin. Xizmeta bi vî zimanê ku li Paraguayê tê axaftin, bi awayekî fermî di 3’yê Berfanbarê de li stasyona trênê ya li paytext Asuncionê dest pê kir. Wergera ji bo zimanê gûaranî di encama hevkariya Facebook û Sekreteriya Polîtîkayên Ziman a Paraguayê derket holê.

Bi armanca gihîştina her aliyê welat, promosyoneke ji bo demeke bisînorkirî ji aliyê şîrketa tora sosyal ve hat diyarkirin. Li gorî vê promosyonê, kesên ku bixwazin wê bikaribin ji telefonên destan belaş Facebookê bi kar bînin.

Bi vê gavê, Facebook cara ewilî bi awayekî xurt ket bazara vî welatê biçûk ê Amerîkaya Latîn ku nifûsa wê 6.9 milyon e. Gerînendeyê Pêşketina Amerîkaya Latîn ê Facebookê Laura Gonzales Estefani li ser vê mijarê da ji kovara dîjîtal a Kolombîyayê Hallucinayê re da xuyakirin ku welatiyên Amerîkaya Latîn sosyal in û li vê parzemînê bikaranîna telefonên destan ji bo gihîştina înternetê pir zêdeye.

Estefani diyar kir ku ew dixwazin hemû cîhanê bi hev girêbidin û Paraguay welatê yekemîn e ku wan li wir dest bi vê projeyê kirine. Li ser sebeba dayina xizmetê bi guaranî jî Estefani wiha axivî: “Dema me dest bi nîqaşa vê projeyê kir, di serê me de zelal bû ku ‘eger em ê hemû paraguayî bi hev girêbidin, divê em vê yekê bi zimanê wan bikin.’ Û lewma vê proje dest pê kir.”

Guaranî zimanê xweciyî yê Paraguayê ye û piştî zimanê spanyolî zimanê duyemîn ê fermî yê welat e. Li seranserê welat nêziki 5 milyon kes guarani bikartînin.

Çavkanî: Globalvoicesonline.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …