Li Balearê modela ziman hat protestokirin

Bi armanca rêzgirtina ji perwerdeya bi zimanê katalanî re, li Giravên Balearê yên li Spanyayê xwepêşandanên girseyî hatin li dar xistin. Di xwepêşandanan de modela sêzimanî ya nû ya perwerdeyê hat şermezarkirin.

Nêzîkî 80,000 welatiyên ji Balearê roja 29’ê Îlonê li paytexta girava Majorka Palmayê, bi armanca protestokirina modela nû ya ziman a perwerdeyê xwepêşandana herî mezin a di dîroka giravan de li dar xistin. Di heman rojê de ji 10,000’î zêdetir kes li giravên Mînorca û Îbîzayê jî daketın kolanan.

Meclîsa Mamosteyan ku yek ji organîzatorên xwepêşandanan bû, di manîfestoya xwe de da xuyakirin ku “xwepêşander ji bo parastina katalanî ji hilweşandina îdeolojîk û êrîşan” daketine kolanan.  Di manîfestoyê de hat destnîşankirin ku ew di heman demê de mafên sosyal û şexsî jî diparêzin, ji ber ku ne tenê perwerde lê gelek qadên din jî di xetereyê de ne.

Hin rêxistinên sivîl, sendîka û ji bilî Partiya Gel (PP) a îktîdarê, partiyên siyasî yên li Giravên Balearê destekê dan vê meşê.

Hikumeta Balearê dide zanîn ku modela TIL’ê bikaranîna “bi balans” a katalanî, spanyolî û îngîlîzî bi xwe re tîne lê mamoste difikirin ku hikumeta Balearê ya di destê PP’yê de bi çavkaniyên kêm dixwaze îngîlîzî bike zimanê navgîn ê perwerdeyê. Heman derdor radigihînin ku katalanî zimanê xwerû yê Balearê ye û di bin zexta xurt a spanyolî de ye û lewma jî divê di dibistanê de bibe zimanê sereke.

Çavkanî: www.nationalia.info

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …