Li Rîze û Artvînê perwerdeya lazî dest pê kir

Di çarçoveya ziman û zaravayên zindî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî de li du dibistanên li Rîze û Artvînê perwerdeya lazî dest pê kir.

Li du dibistanên navîn ên li navçeya Rîzeyê Findikliyê (Viçe) 82 û li dibistaneke navîn a li navçeya Artvînê Arhaviyê 13 xwendekar ji bo bikaranîna mafê dersa hilbijarî serî li dibistanan dan û dest bi perwerdeya lazî kirin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Rîzeyê Saffet Yildirim li ser vê mijarê da zanîn ku eger daxwaz zêde bibin ew ê binirxînin û ew dixwazin bi vê perwerdeyê “zarokan bînin asta besatiya ziman a Ewropayê.”

Mamosteyê zimanê lazî Hasan Uzunhasanoglû ku Rîzeyê mamostetî dike got ku piraniya zarokan bi lazî dizanin lê di warê axaftinê de hin problemên wan hene û lewma jî ew ê di dersê de piranî li ser axaftina lazî bê sekinandin. Uzunhasanoglû diyar kir ku ji ber ku pirtûka dersa lazî tune ye, ew ê notên kursên lazî ku berê hatibûn amadekirin bi kar bîne û piştî perwerdeya îsal, ew ê tevlî Zanîngeha Bogazîçiyê metodeke pedagojîk a ji bo vê dersê amade bikin.

Mamosteyê lazî yê li Arhaviyê Alî Gumuş jî got ku ew ji ber daxwaza ji bo perdeya lazî pir kêfxweş e. Gumuş destnîşan kir ku zimanê dayikê yê xwendekarekî wî ne lazî ye û digel vê jî xwestiye perwerdeya lazî wergire.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …