‘Zimanek Çima Tê Qedexekirin’ ji Weşanên Peywend derket

 

 

Pirtûka ‘Zimanek Çima Tê Qedexekirin?’ a ji aliyê Cûma Çîçek hatiye nivîsandin, di meha Cotmehê de ji Weşanên Peywend derket. Pirtûk, yek ji berhema ewilî ya weşanxaneya ku nû hatiye avakirin e.

Ji bilî gotara ewilî ya li ser rewşa kurdî li Tirkiyeyê, hemû nivîsên di vê berhemê de di kovara Zendê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de û yek ji wan jî di kovara Bîrîkîmê de hatine weşandin.

Di pirtûkê de polîtîkayên ziman yên netewe-dewletan, kurteagahiyên li ser parastina ziman û lîteratûra sosyolîngûîstîk, hiqûqa ziman a li Yekitiya Ewropayê, zimanê kurdî û mafên takekesî û yên kolektîf, pêşniyaza planekê ya ji bo bilindkirina statuta zimanê kurdî li Tirkiyeyê û pêşniyazên parastina kurdî ya di çarçoveyeke destûra bingehîn de ya li Tirkiyeyê cî digirin. Herwiha, gelek referansên ku bi giranî li ser lîteratûra parastina ziman in, di dawiya her gotarê de cî girtine.

Pirtûk ji bilî tecrûbeyên têkoşîna ji bo zimanê kurdî ya li Tirkiyeyê, têkoşîna azadiya ziman a li welatên ku ziman hatine qedexekirin hin mînak hatine dayîn. Aliyê heri balkêş ê pirtûkê, hewldana wê ya gihîştina statûyekê zimanê kurdî û ji bo vê, pêşniyaza modelekê ye ku li ser bingeha tecrûbeyên têkoşîna ziman a li cîhanê bilind bûye.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …