‘Duzimanî dikuje’

 

Pêvajoya serxwebûnê ya li Katalonyayê mijara zimanê katalanî ji mej ve ye dixe rojevê. Her du partiyên mezin ên serxwebûnxwaz, alîgirê fermîbûna îspanyolî û katalanî ya ji bo dewleta nû ne. Mixabin pisporên ziman di derbarê xetereya duzimaniyê ya li Katalonyaya serbixwe raya giştî hişyar dikin. Yek ji wan jî fîlologê katalan Paul Vidal e ku pirtûkeke bi navê “El Bilinguisme Mata” (duzimanî dikuje) nivîsandiye.

Fîlolog Vidal di hevpeyvîna xwe ya bi malpera Vilaweb.cat re dide zanîn ku duzimanî qonaxa navîn a ku ber bi windabûna ziman diçe ye û ji bo vê, mînaka modela Valensiyayê dide. Vidal dibêje ku li vê herêma katalanîaxêf, dê û bav dev ji axaftina katalanî berdidin û lewma zarok di malbatê de katalanî hîn nabin.

Vidal di derbarê rewşa ziman a li Katalonyayê dibêje ku li gorî daneyên nifûsê 8 milyon axêverên katalanî hene û vê hejmarê dilê mirovan xweş dike. Lê fîlolog diyar dike ku ji ber kontakta ziman a bi îspanyolî re katalanî paş ve diçe û wiha diaxive: “Em wekî kuçikekî mirov lêxistine û lewma paş de direve. Dema hûn nêzîk dibin, kuçik diewte. Lewma em jî ji bo nakokî çênebin bi kesên biyan re bi awayekî otomatîk bi spanyolî diaxivin”.

el_bilinguisme_mata

Vidal rexne li kesên ku dibêjin eger katalanî di dema rejîma Franko de li ser piya mabe divê niha em xem nexwin û wiha dibêje: “Şoreşa teknolojiyê û bilezbûna pêvajoyên civakî hewldanên Franko yên ji bo tunekirina katalanî bi rastiya niha li pêşiya me re bê miqayesekirin, dike henekek”.

Li ser pirsa ku ew alîgiriya yekzimanî ye an na, Vidal dibêje ku ew di dewsa yekzimanî de “zimanê bihêz” pêşniyaz dike ku ev jî tê wateya ferzbûna fêrbûna zimanê welat ji bo kesekî ku li welatekî bi cî bibe.

Çavkanî: Vilaweb.cat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …