Muzîk prestîja ziman bilind dike

 

 

Evo Morales serokê yekemîn ê welat ê xweciye ku destekirina zimanên xwecî xistiye rojeva hikumeta xwe. Ji % 75’ê nifûsa li Bolîvyayê ji 33 komên xwecî yên cuda pêk tê û di dema îktîdara Morales de xebata ji bo bilindkirina statuya komên xwecî dest pê kir.

Koma herî mezin a etnîk a li vî welatî aymara ye. Li Bolîvyayê 2 milyon aymara dijîn. Digel pêşveçûnên di salên dawî de pêk hat, helwesta negatîf a li dijî axaftina ziman pir zêde neguheriye. Li bajarên li welat bi giranî zimanê spanyolî tê axaftin û axaftina zimanên xwecî wekî nîşana ji aliyê civakî komeke nizm û lipaşmayî tê dîtin.  Yek ji koma etnîk ku bi vê problemê re rû bi rû ye aymara ye.

Ciwanên aymara ji bo başkirina prestîja zimanê xwe karê  mûzîka modern a wekî hip hopê dikin. Ciwan dibêjin ku pênc sal berê gelek kes ji nasnameya xwe ya aymara û quechua şerm dikirin lê niha vê rewşê diguhere.

Çavkanî: Aljazeera.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …