TU BI XÊR HATÎ ZAROK TV

 

 

Ne ji bo sahib rewacan, belkî ji bo biçûkêd kurmancan, (Ehmedê Xanî) Belê Ehmedê Xanî berî 300 salî xebata xwe ya bi navê Nûbara Biçûkan diyarî zarokên kurdan kiriye. Em her tim dibêjin, “Zarok pêşeroja me ne!” Lê belê di rastiya xwe em zêde li gorî vê gotinên tevnagerin. Di vê Newrozê de mizgîniya herî xweş, destpêkirina weşana Zarok Tv bû. Ev cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Berê jî hinek ceribandin çêbûn, Pepûla Tv yek ji van ceribandinan bû, lê belê ev xebat temenkurt ma. Piştî ku Pepûla Tv hate girtin, zarok dîsa stûxwar man, dîsa mecbûrî televîzyon (ziman, çand û bîrdozî) a xelkê bûn. Lê di vê Newrozê gaveke pîroz hate avêtin û Zarok Tv vebû. Êdî zarokên kurd jî dê karibin bi kurmancî û kirmanckî li xêzefîlm û bernameyên li gorî temenê xwe temaşe bikin. Em dîsa dibêjin, “Tu bi xêr hatî Zarok Tv”, em temenekî dirêj, jiyaneke rengîn ji te re dixwazin. Di têkoşîna gelan de hin war hene, warên stratejîk in. Têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî yek ji wan waran e. Lê belê heta di vî warî de gavên pêwîst nehatine avêtin. Mixabin têkoşerên vê qadê jî nekariye hêz û vîneke xurt derxin holê, hêz û daxwaza civakê ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî birêxistin bikin. Bo nimûne me ji mêj ve bi dehan caran biryara avakirina televîzyoneke ji bo zarokan girtiye, lê ji bo pêkanîna vê biryarê tu xebat nekiriye.

Her wiha me dîsa bi dehan caran biryar girtiye da ku em zanîna kurdiya nivîskî li ser siyasetmedarên kurd ferz bikin, lê belê me nekariya vê biryara xwe jî bi cih bînin. Îro dîsa dema hilbijartinên giştî nêzîk dibe, bernamzed diyar bûn, niha piştî çend rojan dê namzed jî diyar bibin, lê belê dîsa dê gelek ji wanên ku li Kurdistanê bûne namzed bi kurdî nezanin, dê dîsa li bajarên kurdî propagandaya xwe bi tirkî yan jî bi kurdiyeke şikestî (tirkmancî) bikin. Her wekî gava der barê Zarok Tv de, di vî warî de hinek gavên girîng û hêja têne avêtin. Bo nimûne di destpêka vê serdema perwerdehiyê de li sê bajaran dibistanên kurdî vebûn. Ev cihê kêfxweşî û serbilindiyê bû. Em ji mamoste û şagirtên wan dibistanê re serkeftinê dixwazin. Lê belê hê jî di vî warî de stratejiyeke me nîn e, li holê pergaleke yekgirtî ya perwerdehiya bi zimanê kurdî nîn e. Materyalên wan dibistanan ji pola yekem heta pola dawiyê ne amade ne. Di vî warî de xebateke domdar nîn e. Van rojên dawîn li ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê hinek komxebat têne kirin, lê belê, ev xebat jî bi gelemperî li derveyî saziyên kurdan tên kirin, kesên ku beşdarî van xebatan dibin bi gelemperî akademîsyenên tirk in.

Ew jî gotûbêjan li ser modelên perwerdehiyê dikin. Bi gelemperî ew qala modeleke pirzimanî dikin. Lê li gorî baweriya min, modelên ku zimanê tirkî wekî “lingua franca” digirin, nikarin birînên kurdan derman bikin. Heke qala pirzimanê dikin, divê ev pirzimanî jî kurdistanî be. Pirzimaniya kurdistanî diyar e, tê de kurdî (kurmancî –kirmanckî), li hin herêman jî erebî û suryanî heye. Heke em dixwazin zimanê xwe zindî bikin, divê em ji pirzimaniya ku tirkî di nav de ye, xwe dûr bigirin. Qet nebe ji bo demekê divê em “teoriya jêqutbûnê” ya ku tevgera azadiya jinan ji bo mêran pêk tîne, ji bo tirkî jî pêk bînin. Her wekî çawa ji bo ku jin bi ser xwe ve werin divê demekê ji bin nîrê zordestiya mêran derkevin, divê kurdî û zimanên din ên bindest jî ji bin nîrê tirkî derkevin. Qet nebe heta lîseyê divê di nav pergala perwerdehiyê de tune be, hingî zarok dikarin kurdî bi awayekî xweşik fêr bibin, bi çavekî demokratîk û kurdewar li cîhanê binêrin.Sami TAN

Azadiya Welat – 26.03.2015

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …