AWIREK LI SER PERWERDEYA PIRZIMANÎ Û REWŞA KURDÎ *

 

 

 

Berfîn Ide DEMIRAL

 

KURTE

Perwerdeya du / pirzimanî li gelek welatên cihanê yên ku xwedî pirziman û pirçandî ne pêk tê. Ji van welatan Amerîka, Afrîka û Herêma Xweser a Baskê xwedî mînakên perwerdeya pirzimanî ne û ji aliyekê de bûne modelên baş, her weha ji bo neteweyên wek kurd jî wek model tên dîtin.
Di vê xebata xwe de, min di warê ziman, cografya, nifûs û polîtîkayên li ser wan tên meşandin de van gelên emerîkî, efrîkî, baskî û kurd dan ber hev.Wekhevî û cudatiyên wan bi awayekî analîzî min derxist holê û min xwest ku derbarê bersiva ku perwerdeya du / pirzimanî ji gelê kurd re dibe an nabe û wê çawa bibe de nêrîneke pêk bînim.
Wek encamek giştî, em dikarin bêjin ku kurdên Tirkiyeyê ji van gelên xwecih ên emerîkî, efrîkî û heta ji yên baskî jî di warê nifûs de zêdetir in, li cografyayek berfirehtir de dijîn û berovajî wan tenê xwedî zimanek hevpar in. Lê dîsa jî ji mafên ku van gelana demek dirêj e xwedî ne bêpar in.

Bejeyên Sereke : Perwerdeya duzimanî, perwerdeya pirzimanî, li ser bingeha zimanê dayikê perwerdeya duzimanî, li ser perwerdeya zimanê dayikê perwerdeya pirzimanî, Cherokee, Navajo, Zambiya, Bask, Afrîka, Amerîka, Kurd û perwerdeya pirzimanî, kurdên Tirkiyeyê.

PÊŞGOTIN

Di van salên dawî de hinek sazî û akademîsyen li Tirkiyeyê derbarê perwerdeya pirzimanî de niqaşek dest pê kirine. Dixwazin ji bo gelên wek kurd, ermenî, ereb, suryanî û hwd. programek perwerdeya pirzimanî pêk bînin. Her weha mînakên cihanê lêdikolin û wergerên xebatên wan dikin û di konferans û semîneran de bi kar tînin.
Min jî di vê xebata xwe de xwest ku hinek mînakên cihanê û rewşa kurdî / kurdan bînim ber hev û analîzeke pêk bînim. Di ware nifûs, taybetmendiyê ziman, erdnîgarî û rewşa siyasî de kurd çiqas dişibe wan gelên xwecih an kêmnetew û çiqas ji wan cudatir e? Min xwest ku kêm zêde bersivên van pirsana bînim ber çavan.
Bi taybetî min di xebata xwe de herî zêde ji pirtûka ku ji aliyê saziya Eğitim – Senê ve hatiye wergerandin sûd wergirt.Navê orjînal a vê pirtûkê ‘Social Justice Through Multilingual Education’ e. Nivîskarên maqaleyên vê pirtûkê her yek cuda cuda di warê perwerdeya pirzimanî de gelek lêkolîn û xebat kirine.
Bi taybetî min ji van xebatana yên derbarê Afrîka û Amerîkayê de hilbijart û rewşa wan û kurdan min anî ber hev.Min xwest ku ji Amerîkayê kabîleyên herî mezin Cherokee û Navajo, ji Afrîka jî Zambiya û kurdan bidim ber hev, di warê siyasî, cografî, ziman, sîstem de nirxandinek pêk bînim.Her weha ez li ser encamên xebatên perwerdeya pirzimanî yên van welatan sekinîm da ku feqên li pêş kurdan zelal bikim.
Piştre, min xwest ku derbarê herêma Baskê de jî hinek tiştan binivîsînim. Her weha di vî warî de jî xebatek pir girîng a bi navê ‘Towards Multilingual Education:Basque Educational Research From An International Perspective’ min bi dest xist û jê sûd wergirt. Çima Bask? Ji ber ku Bask ji yên din cudatir xwedî otonomî ye û bi zimanê xwe ji pêşdibistanê heta zaningehê perwerde dibînin. Lê, ihtimala herî baş e ku eger kurdên Tirkiyeyê jî bibin xwedî statûyek serbixwe, rewşa wan hêrî zêde wê bişibe Baskîyan. Ji ber ku li herêma Baskê du zimanên fermî hene: Baskî û Spanyolî. Her weha kurdên Tirkiyeyê jî wê bi du zimanên fermî, kurdî û tirkî, perwerde bibin. Ya girîng kurd wê pirsgirêka xwe ya ziman çareser bike an na? Dema em li Baskiyan dinêrin wan hîn jî çareser nekirine. Ev jî pirsgirêkên ku li benda kurdan nîşanî me dide.
Her weha min ji xebatên ku derbarê rewşa kurdî ya li Tirkiyeyê û zimannasiya kurdî de ji gelek lêkolîner û nivîskarên wek Malmisanîj jî sûd wergirt. Hêvî dikim ku ev xebat rê li ber lêkolîn û xebatên perwerdeya kurdî veke û bibe mînakek biçûk a destpêkê.Her weha di nav nîqaşên perwerdeya pirzimanî ya li Tirkiye yê de jî wek fikrekê cihê xwe bigre.

DESPTPÊK
Perwerdeya du / pirzimanî û kurd? Gelê kurd ku ji sed sal zêdetir e ji zimanê xwe, çanda xwe hatine mahrumkirin wê karibe bi rêya modelek du / pirzimanî rabe ser piyan û li ziman û çanda xwe vegere.Her çiqas kurd tu carî dev ji xwestina – bidestxistina mafên xwe yên ziman bernedabe jî di vî warî de li ser mêjûyên kurdên Tirkiyeyê birînek kur peyda bûye.
Min xwest ku di vê xebata xwe de pêşî girîngiya zimanê dayikê û perwerdeya wekhevî bînim ziman. Ziman û nasname bi hev giredayîne, bêyî ziman nasname najî û wenda dibe.Li vir min cih daye rapora UNESCO ya ku derbarê zimanên di bin xetera wendabûnê de ne. Li gorî UNESCO wek gelek ziman zaravayek kurdî jî, kirmanckî (zazakî),di bin xeterê de ye.Li cihanê wendakirina zimanekî bi çi awayî pêk tê? Ez li ser vê mijarê jî sekînîyim. Di vir de em dibînin ku tiştên hatine serê kurdî hatine serê gelek zimanên din jî. Yanî kurddi vî warî de ne tenê ne.
Piştre, ez li ser têgehên perwerdeya duzimanî û pirzimanî sekinîm. ‘Perwerdeya Duzimanî’ û ‘Li Ser Bingeha Zimanê Dayikê Perwerdeya Duzimanî’, ‘Perwerdeya Pirzimanî’û ‘Li Ser Bingeha Zimanê Dayikê PerwerdeyaPirzimanî’. Min xwest ku wateyên wan û cudatiyên di navbera wan de aşkere bikim da ku mijara xwe bêhtir zelal bikim.
Di rêza sêyemîn de ji cîhanê çend mînak û kurd min dan ber hev. Li gorî nifûs, erdnîgarî, ziman, polîtîkayên ku li ser wan tên meşandin de bi awayekî zelal min xwest ku wan bidim ber hev. Pêşî ji Afrîkayê, li ser polîtîkaya wan a ziman min hinek agahî da. Kêmasî û şaştiyên wan, taybetmendiya zimanên wan û her weha xerabî û neheqiya li zimanên wan bûne û yên hatine serê kurdan çiqas dişibin hev an ji hev cudatir in ?Di vî warî de min xwest ku bersivekê peyda bikim.
Li welatekî Afrîkayê, Zambiyayê, encamên neyîniya perwerdeya bi yek zimanî (îngilîzî) çawa derketine holê û bandora perwerdeya ne bi zimanê dayikê lê bi zimanekî biyanî (îngilîzî) wê ji me re çawa bibe mînak? Dema ku zimanê serdest ne zimanê zarokên xwecih (lokal, indigenous, bindest) ê male be û perwerdeya dibistanê tenê bi zimanê serdestan pêk were encam neyînî dibe, zarok serkeftî nabin û her weha her dem di pêşketin û kesayetan wan de kêmasiyek peyda dibe.
Li Afrîkayê repertuara zimanê dayikê çi ye? Li vir zimanê dayikê yê zarokê tenê ji zimanekî pêk nayê, carna ji sê zimanên cuda pêk tê û ev taybetmendî çawa li ser perwerdeya wan a dibistanê bandor dike? Li vir taybetmendiyên kurdan çawa cuda dibin derdikeve pêş me. Zarokên kurd ne xwedî pirziman e, beraksî wê, repertuara zimanê dayikê ya zarokê kurd tenê ji zimanêkî hevpar, kurdî, pêk tê. Kurdên Tirkiyeyê tenê xwedî du zaravan e, lê ev nayê wê wateyê ku kurd xwedî pirziman e. Ji ber ku ev her du zaravayên kurdî (kurmancî û kirdmanckî) ji zimanekî hevpar in û gelekî nêzî hev in. Ev jî karê kurdan ji gelên efrîkî hêsantir dike.
Mînaka din ji Amerîkayê, ji kabîleyên Cherokee û Navajo ye.Li Amerîkayê 62 komên ziman ên emerîkî yên xwecih hene û her komek ziman jî wek zimanên çîn – tîbet û hind – arî ji hev cuda ne.Nifûsa wana herî zêde jî bi hejmara 178 hezaran kabîleya Cherokee ye. Dîsa jî ev gelên xwecih xwedî perwerdeya zimanê dayikê ya xwe ne û bi awayekî legal – qanunî ev mafê wan tê naskirin. Lê kurd hem di warê nifûs, cografya û hem jî di warê taymetmendiya ziman de gelekî ji van gelên xwecih ên emerîkî cuda, pêşdetir û zêdetir in dîsa jî li Tirkiyeyê ji mafên xwe yên perwerdeya bi zimanê xwe bêpar in. Bi rêya qanûnan ev mafê wan tê binpêkirin. Helbet rewşa 62 komên ziman û zimanek tenê nabe wek hev. Dema ku mafê perwerdeya zimanê dayikê bê dayin kar û barên kurdan ji van xwecihên emerîkî gelekî wê hêsantir bin.
Mînaka dawiyê ji Spanyayê ye. Herêma Baskê xwedî otonomî ye û herêma herî zengîn ê Spanya ye. Li vir gelê baskî ji pêşdibistanê heta zaningehê xwedî perwerdeya bi zimanê xwe ne lê dîsa jî ji ber sedemên curbicur pirsgirêka xwe ya ziman hîn jî çareser nekirine. Zarokên baskî hem bi baskî hem jî spanyolî perwerde dibin. Her weha ji ber sedemên aborî, trendên navneteweyî û hwd jî malbatên wan dixwazin ku zarokên wan bi zimanê sêyemîn, îngilîzî jî perwerde bibin. Yanî zarokên baskî bi sê zimanan perwerde dibin û zimanê wan ê dayikê di nav van zimanan de yê herî qels dimîne ye. Heger rewşa kurdên Tirkiyeyê pêşerojê de bişibe baskiyan ji ber heman sedeman dibe ku kurd jî heman pirsgirêkan bijîn û pirsigirêka xwe ya ziman çareser nekin.

1.GIRINGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ Û PERWERDEYA WEKHEVÎ
Li gorî atlasa zimanên cihanê ya UNESCO ya 2002 an ji 6000 zimanên ku li cîhanê tên axaftin nivê wan di bin tahluka wendabûne de ye. Her weha di heman raporê de ji zaravayên kurdî zazakî jî wek zimanê di bin xeterê de hatiye îlankirin.
Wendakirina zimanekî, piranî bi rêya astengkrina zimanên gelên xwecih an kêmnetawan pêk tê. Netewên serdest cihên zimanên gelên xwecih teng dikin an wek Tirkiyeyê bi giştî qedexe dikin û nahêlin ku van zimanan bêhnê bigrin, pêşkevin an bijîn. Tunekirina zimanekî tunekirina nasnameyeke ye. Yanî bi ziman re nasnameya wî gelî jî wenda dibe.
Di dîrokê (paşerojê) de çawa ku neteweyên bindest an kole biçûk dihatin dîtin her weha ziman û çanda wan jî kêm an biçûk dihat dîtin. Li gorî baweriya wan di warê teknolojî de gelên ku primitîv bin nikarin bibin xwedî zimanêke dewlemend. Wek mînak zimanên gelên xwecih ên ku medeniyetên Maya û Aztek afirindanê ji aliyê mêjerkaran ve wek cahîl, paşdemayîn, xerabûyî, kêm û bi ser de jî wek karê şeytan hatine dîtin. Zimanên Aborcîniyên Awusturalî jî ji aliyê mêtînkaran ve bi heman awayî biçûk hatine dîtin. Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye. Gelek zanyar û rewşenbîrên ku polîtîkaya fermiya ziman pejirandine îddîa dikin ku zimanê kurdî ne zimanekî pêşketî, entellektuelî û zanistî ye, ji zimanên din gelek peyv wergirtiye û ji ber devokên kurdî jî dibêjin kurd ji hev fam nakin. Ji aliyeke jî ji bo ku her kes weha bawer bikin gelek karên dijî kurdî aşkere û bidizî hatine kirin.
Li Tirkiye jî wek netewe – dewletên serdestên din, ji bo jiholêrakirina çand û zimanê kêmnetew an neteweyên wek kurd,ermenî, laz, û suryaniyan polÎtîkayên sert, asîmîlasyonê û entegrasyonê hat meşandin. Ev polîtîkayên yekzimanî û yeknetewî li ber hebûn û pêşketina kurd û yên din bûne astengên herî mezin. Kurdiya ku ji misogeriya Destûra Bingehin û piştgiriyê bêpar, di heman demê de ji fonksiyonên aborî û bazirganiyê jî bêpişt maye.
Hêdî hêdî rewş li Tirkiyeyê tê guhertin, astengên mezin ên li ser kurdî sist dibe û kurdî pir hindik be jî di nava sîstema perwerdehiyê de cih digre. Heger Kurd û Tirk wê bi hev re jiyaneke hevpar bidomîne, rewşa ziman wê çawa çareser bibe, di perwerdehiyê de çawa cih bigre?
Di van salên dawiyê de, li ser perwerdeya pirzimanî an duzimanî nîqaşek heye. Hinek akademîsyen û sazî di nav liv û tevgerek de ne ku dixwazin programek an sîstemek jibo neteweyên bindestî yên li Tirkiyeyê peyda bikin.Herweha mînakên dinyayê lêdikolin û konferansan, semîneran li dar dixin û raporan amade dikin.
Beriya ku em behsa van xebatan bikin dive em li ser çend têgehên wan bisekine.
2. HINEK TÊGEHÊN PERWERDEHIYÊ
2.1. PERWERDEYA DUZIMANÎ
Dersên xwendin û nivîsandinê jî tê de, perwerdeya ku hemû dersên cure cure yên mûfredatê herî kêm bi du zimanan pêk tê ye re tê gotin. Gelek cureyên wê hene. Di hinekan de perwerde bi zimanekî dest pê dike û salên din de bi zimanekî din dewam dike. Carna jî her du ziman jî di despêkê de bi hev re di perwerdeyê de tên bikaranîn. Di civakên kêmnetewan de di perwerdeyê de piranî xwendevan bi zimanê xwe yên dayîkê re bi zimanê serdestan jî perwerde dibin.
2.2. LI SER BINGEHA ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDEYA DUZIMANÎ
Ew sîstema perwerdeyê ku zimanê xwendavanan zimanê perwerdeyê yekemîn e, hinbûna xwendin û nivîsandinê bi zimanê dayikê dest pê dike, gav bi gav zimanekî din pêşî wek dersekê paşê jî wek zimanê hinek dersan beşdarî mûfredatê dibe re tê gotin. Di vê sîstemê de perwerdehî ji aliyê mamosteyên ku her du zimanan baş dizanin re tê kirin.Wek encam, xwendevan dikarin hem zimanê xwe yên dayikê û hem jî zimanê duyemîn baş hîn bibin, nasnameya şexsî bi awayekî tendûrist dikare pêş bikeve.
2.3. PERWERDEYA PIRZIMANÎ
Ji wê modela perwerdeyê ku ji destpêkê de hemû dersên mûfredatê bi gelek zimanan (ji duzimanan zêdetir) tê dayin re tê gotin. Piranî li heremên ku zarok çawa çêdibin dûçarî du zimanan zêdetir dibin de tê tatbîkkirin) Her weha ev modela ji bo ku zarokên zimanekî an du zimanan baş diaxivin fêrî zimanê sêyemin an çaremîn bibin jî tê bikaranîn.

2.4. LI SER BINGEHA ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDEYA PIRZIMANÎ
Wek prensîb û bikaranîn sîstemek li ser bingeha zimanê dayikê ku perwerdeya duzimanî dide, tê şopandin. Cudahîyek tenê heye,ew jî ji duduyan zêdetir ziman gav bi gav di mûfredatê de cih digrin û tê xwestin ku xwendevan herî kêm bibe sêzimanî. Bi taybetî di civakên ku ji du zimanan zêdetir ziman ketibe nav hev du de modelên perwerdeyê vê metodê tên bikaranîn.
Li Tirkiyeyê, bi taybetî bajarên wek Riha, Mêrdîn, Amed, Dersîm ê kurdî ku erebî û tirkî û belkî jî suryanî, li bajarê Stenbol jî rumî, ermenî û gelek zimanên din di nav hev du de ne.Li van deveran perwerde bi vê metodê dikare pêk were.

3. MÎNAKÊN CIHANÊ Û KURD
Ji van xebatana pirtûka ku ji aliyê Egitim – Sen ê hatiye amadekirin (wergerandin) di vî warî de xebata herî dawiyê ye.Di vê pirtûkê de gelek xebat û maqaleyên derbarê lêkolînên li dinyayê de bicih girtine. Armnanca xwe jî weha diyar kirine: Divê li dinyayê pirrzimanî wek çavkanîyek bê dîtin, ji bo pêkanîna parastina cureyên zimanan û pêşxistina mafên mirovan ên ziman û rêzgirtina li hemberî van mafan piştgiriyê bidin, lêkolînên teorîk û ampirik kirine armanca xwe.
Ez dixwazim li ser du mînakên van lêkolînan bisekinim.
Dema mirov wan guhdar dikin ji tiştên hêja agahdar dibin. Lê ez wek kurdek weha jî ji xwe dipirsim: Gelo neteweya kurd ku nêzî çel mîlyon e û ew neteweyên ku li Amerîkayê ji du sed hezarî derbas nakin wek Navajo û Cherokee wek hev in? Gelo ev nîqaşên pirzimanî / duzimanî li hemberî perwerdeya zimanê dayikê astengek e (feqek e) ?

3.1. AFRÎKA
Polîtîkayên wan ên ziman di çend cureyên pêvajoyan de derbas bûne. Ev pêvajoyana ev in:
a) Beriya kolonîzasyonê
b) Dema kolonîzasyonê
c) Azadiya zû
d) Piştî konferansa di sala 1990an ya UNESCO bi nave ‘Perwerdehî Ji Bo Her Kesî’

3.1.1.POLÎTÎKAYA ZIMAN
Revîzyonîzma Afrîkayê ya di ware polîtîkaya perwerdeya ziman di nav çar astan de xwe diyar dike:
Beriya her tiştî, zimanên efrikî berî kolonîzasyonê alavek serekeya perwerdehiyê bû û ev rastiya hatiye jibîrkirin.
Her çiqas di pratîkê û dîrokê de diyardeyên berbiçav hebin jî, dîsa li welatên Efrikî gelek şewirmend û rayedar îddîa dikin ku hejmarên zimanên Efrîkî pir in û ev zimanan ne xwedî kevne şopiyek nivîskî ne û her weha têrî têgehên matematîkî û zanistî nakin.
Ji bo kurdî jî heman tişt gelek caran hatiye ziman û carna kurd bi xwe ji weha bawer kirine ku zimanê wan ne zimanekî akademîk e, nabe li dibistana de bê bikaranîn, têrî tu tiştî nake. Di salên 1970 de înkarkirina zimanê kurdî liastek herî jor bû.Hemû saziyên fermî yên tirkan kurdî înkar dikirin, red dikirin, û biçûk didîtin.Derbarê vê rewşê de mînakek di bîranînên Musa Anter de jî derbas dibe.Dozgerê mahkemeya tirkan îddîa dike ku zimanê kurdî tenê xwedî 30 peyv e, Musa Anter jî dibêje ku dewê zimanê mirîşkan ji 50 peyvan pêk tê, çawa ku kurdî tenê xwedî 30 peyv ê.
Ya duduyan, piştî azadiyê li Afrîkayê mînakên perwerdeya bi zimanê dayikê hene.Lê, van tecrûbeyanan agahiya pisporiya giştî ji aliyê saziyên devletê û yên pêşxistinê di derbarê perwerdeya li Afrîkayê yê nayên dîtîn.Ji van tecrûbeyan re çavên xwe girtine.Van tecrûbeyan û bîra (hafiza) civakî ji belgeyên perwerdehiyê yên guncav jêbirine. Li hinek zaningehan xwendekaran hînî şaştiyekekê dikin: Zimanên efrîkî nikarin zanîna matematikî temsîl bikin ango ewqas primitiv in ku nikarin prosesa hişmendiyê li xwe bar bikin.
Her weha li Tirkiyeyê yê jî wezîrek tirk got ku kurdî ne zimanekî medeniyetê ye.Yanî zimanê kurdî têra perwerdeya zanistî û prosesa hişmendiyê nake.

Ya sisiyan, gelên Afrîkayê piranî biduzimanî an pirzimanî ne, lê sîstema perwerdehiyê wek dînan wan dikin nav qalibekperwerdeya yekzimanî.
Her çiqas zaravayên kurdî zazakî û kurmancî hebin jî ev nayê wê wateyê ku kurd biduzimanî an pirzimanî ne.Lê, heger zimanê tirkî jî li wan mecbûr bikin wê demê kurd jî dibin duzimanî.
Ya çaran, revîzyonîzm di nav program, polîtîka û belgeyên (dokumantên) gelek welatan de wek têgehek nû ya ‘ îngîlîzaxev’ derketiye hole. Di xebatên wan de peyva / têgeha rola perwerdeya bi zimanê dayikê û perwerdeya pirzimanî îspat kiriye ku ev termînolojî û teorî bi awayekî pir ciddî şaş hatiye bikaranîn. Ev ‘Perwerdeya Li Ser Bingeha Zimanê Dayikê’ heta salek an sê salan piştre di demek kurt de bi destpêkirina ‘Perwerdeya Li Ser Bingeha Zimanê Ingilîzî’ wek zêdekirina perwerdeya ziman tê dîtin. Bi zanebûn an nezanebûnê, bikaranîna termonolojiya şaş, li Afrîkayê dikare zirarê bide perwerdeya hemû xwendekarên Efrîkî. Berpirsyarên vê rewşê jî wezareta perwerdehiyê, sazkarên programan û akademîsyenên niyeta wan baş lêhişên wan tevlîhev bûne ne.
Li Tirkiyeyê, ji xwe yên serdest Tirk in û wezareta perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bi çavek biçûk li zimanê kurdî dinêrin û qanûnên qedexekirina kurdî rê li ber wan vedike ku kurdî zimanekî pasîv û qels nîşan bidin. Digel ku van salên dawî hinek mafên perwerdeya bi kurdî hatibin dayîn jî (wek di sala pencan de du saetên bijartê an di çen zaningehan de wek beşek di nav astengan de – neazad ) heta ji destên wan tê wê di sîstemê de zimanê kurdî têxin cihekî biçûk û serdestiya tirkî bidomînin.
Li welatekî Afrîkayê, Zambiya yê, encamên neyîniya polîtîkaya perwerdeya yekzimanî, îngîlîzî, derketine hole: Pêşxistina materyalên nivîskî yên perwerdeya bi zimanî Efrîkî hatiye astengkirin. Her weha materyalên berê nehatine bikaranîn û çapkirin. Lê, bi polîtîkaya perwerdeya yekzimanî ya îngilîzî, ew ne bi awayekî pêşketî di zimanê îngilîzî de serkeftî bûn û ne jî di perwerdehiyê de bi awayekî giştî serkeftinek bidest xistin.
Li Afrîkayê, perwerdeya bi zimanê dayikê nayê wê wateyê ku her zarokek xwedî zimanek e û perwerdeyê bi zimanekî tenê distîne. Zimanê dayikê ew repertuara ziman e ku heta zarok dest bi dibistanê dike didome. Wek mînak diya zarokê dikare zimanê fulfulde, bavê wî / ê zimanê djuha û cîranên wî / ê zimanê wolaf biaxifin. Dema zarok dest bi dibistanê dike, van hemû zimanan ji bo wî dibe repertuara zimanê dayikê.
Lê gelo rewşa zarokên kurd weha ye? Helbet ne weha ye. Dê an bav jî bi kurdî (kurmancî an kirdmancî) dipeyîve. Her çiqas di hinek herêman de wek encamek asîmîlasyonê zimanê tirkî bûbe zimanê rojanê jî ve ya nayê wê wateyê ku zimanê dayikê yê zarokê hem tirkî û hemjî kurdî ye an zarok xwedî repertuarek ji van her du zimanan pêk tê ye. Heger em weha bifikirin ji xwe tu car serdestiya tirkî nayê şikandin û her biçe zimanê kurdî (yê eslî yê zarokê) wê wenda bibe. Bi ziman re nasnameya zarok jî wê wenda bibe.
Li Tirkîyê, du zaravayên kurdî tenê hene: Kurmancî û Kirdmanckî (zazakî) . Herî zêde zarokek kurd dikare muhatabê van her du zaravayan be (ji dê û bav yek kurmanc û yek jî zaza be). Ev jî nabe sedema aloziyê. Ji ber ku kurmancî û kirdmanckî ne zimanên cuda ne û tenê du zaravayên zimanekî hevpar e. Her weha her du zarava di bingeha xwe de cudahiyên mezin nahewîne, berovajî vê gelekî dişibin hev. Ev jî ji bo zarokên kurd hêsaniyekek mezin e. Heger sîstem tirkî li zarokên kurd ferz bike, wê demê bi rêya perwerdeya pirzimanî zarokên kurd ji bin bandora tirkîtiyê dernakevin û ev jî wê bibe sedema berdewamiya serdestiya zimanê tirkî û gav bi gav kurdî ji jiyanê, ji holê rabe an têkiliya wê bi jiyanê re nemîne.

3.1.2. LI AFRÎKAYÊ ENCAMÊN PERWERDEYA PIRZIMANÎ
Encamên xebatên li welatên Afrîkayê hatine kirin ne baş in. Li Başûrê Afrîkayê ji sala 1998 an û vir ve ji bo polên 3., 4. û 6. azmûnên xwendin, nivîsandin û matematîkê tên çêkirin. Encamên van azmûnan gelekî xerab in. Lê, di pola 4. de xwendekarên ku li ser bingeha zimanê dayikê perwerde bûne ji yên bi îngilîzî perwerde bûne serkeftîtir bûne. Digel ku ji bo perwerdeyê alîkariya mezin a aborî, ji sala 1994 an ve Başûrê Afrîkayê, di xebatên 3 yemîn ê matematîk û zanistî (trends in international mathematics and science study ) yên navneteweyî de di rêza herî dawiyê de cih girtiye. Dîsa li vî welatî xwendekarên ku bi zimanê xwe (efrîkî û îngilîzî) perwerde bûne serkeftîtir in.
Li Tirkiyeyê her sal di azmûna bicihbûyina zaningehan (LYS) de bajarê kurdan di rêza dawiyê de dimîne. Bi taybetî bajarên wek Hekkarî, Şanliurfa, Muş, Agri yên ku bi giştî kurd in û zimanê axaftinê kurdî ye, her sal di nav bajarên Tirkiye de di rêza herî dawiyê de ne. Ji deh bajarên ku herî serkeftî yek jî ne ê kurdan e. Li gorî puanê MF ji 10 bajarên dawiyê 8 ê wan bajarên kurdan e, li gorî puanê TM deh bajarên herî dawiyê hemû yên kurdan e, li gorî puanê TS yê ji deh bajaran 7 ê wan yên kurdan e. Ev jî nîşan dide ku zarokên kurd dema ku bi zimanê duyemîn (tirkî) tenê perwerde dibin û her weha bi vî zimanî dikevin azmûnan, serkeftî nabin û encamên xerab bi dest dixin. Heger bi zimanê xwe yên dayikê, kurdî, perwerde bûbûna li gorî van mînakên cihanê wê serkeftîtir bûbûna.

3.2. AMERîKA
Ez dixwazim mînakek din jî ji Amerîkayê, welatê ku di warê mafan de herî pêşketî tê dîtin bidim. Gelên Emerîkî yên kevn / xwecih xwedî gelek çand û ziman in. 62 komên zimanên Emerikî yên xwecih hene. Her komek ziman jî wek zimanên çîn – tîbet û hind –arî ji hev cuda ne.
Lê kurdî tenê zimanek e û xwedî çar zarava ye. Ev ne zimanên cuda ne. Heger bi awayekî kurdên li her çar perçeyên Kurdîstanê mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê xwe bi dest bixin, kar û barên wan wê ji van gelên emerikî pir hêsantir be. Helbet di warê pêşketin û lihevkirinê de, 62 zimanên cuda û zimanek tenê xwedî 4 zaravan wê ne wek hev bin.
Civakên ku zimanên xwecih dipeyivin, ji ber ku xwedî kevneşopiyek devkî ne, zimanên wan bêhtir di xeterê de ne. Her çiqas xwedî rêziman û sîstemek nivîskî bin jî bingeha zimanên qabîleyan zimanê axaftinê ye, ango kevneşopiyek devkî ya bihêz lê hassas û ev bingeh di jiyanê de di bin xetereya wendabûnê de ye.
Kurdî hem xwedî kevneşopiyek devkî ya bihêz û hem jî xwedî sîstemek nivîskî ye. Lê di vê sedsala dawî de ji ber ku kurdî ji derveyî perwerdeya sîstematîk maye, di nav kurdan de di nava jiyana rojanê de bi taybetî li bajarên mezin zimanê kurdî hinekî qels bûye. Lê dîsa jî em nikarin ji bo kurdî heman rewşê bipejirînin. Çimkî bi taybetî ji zaravayên kurdî kurmancî û soranî di warê pêşketinê de ber bî jor diçin, di her warî de tên bikaranîn û ev jî zimanê kurdî ji zimanên xwecih ên emerîkî gelkî cuda dike.
Li Amerîka û Kanadayê ji 300 zimanên xwecih 210 ê wan hîn jî tên axaftin lê, li gorî zimanzan Michael Krauss (1998) ji van zimanan tenê 141ê wan (67%) ji aliyê dapîr û bapîr û kesên pîrtir tên axaftin.
Kurdî bi taybetî li gund û navçeyan ji aliyê hemû kesî ve tê axaftin. Zimanê rojanê de gelkî bihêz e. Lê, li bajarên mezin, metropolan, kurd di bin bandora zimanê tirkî de mane û kurdî piranî tenê di nava kesên pîr de tê axaftin. Heger mafê perwerdeya bi kurdî bê dayin ev rewşa wê bi awayekî erênî bê guhertin.

3.2.1. REWŞA SIYASÎ
Beriya her tiştî, gelên xwecih ên Emerîkî di cihanê de di warê statûya siyasî û qanûnî de di rewşa herî baş de ne.
Têgeha xwecihên Emerîkî ji bo yekemîn gelê ku xwedî statûyek û kabileyên sorikên Emerîkî , xwecihên Alaska û Hawaî tê bikaranîn. Statûya wan a kabileyên serdest bi qanûnan hatiye parastin.
Serdestiya kabileyan te vê wateyê: Xwerêvebirin, derbarê pêşeroja xwe de xwedî bîryarbûn, û xwedî mafê peydakirina perwerdeya xwe. Ev mafan ji destûra bingehîn a Amerîkayê kevntir e û hem jî di destûra bingehîn wan a niha de cih girtine.
Kurdên Tirkiyeyê ji van hemû mafan bêpar in. Van salên dawî de her çiqas hinek xebatên kurdî hatibin kirin jî, van hemû xebatên kurdî di bin siya polîtîkaya dewletê û bi destê rayedarên dewletê hatine kirin. Ev jî kurdan di warê perwerdeya bi zimanê xwe de azad nake. Hinek saziyên kurdan ên siyasî jî xebatên biçûk dikin jî lê ev xebatana ne bi rengekî profesyonelî û giştî ne.

3.2.2. DEMOGRAFYA – PROFÎLA ZIMAN
a) Xak
Îro, xwecihên emerîkî her çiqas li her eyalet û xaka Amerîkayê de bijîn jî piraniya xaka wan û mirovên wan li Rojava û Başûrêrojavayê Amerîka de ne.
Li Tirkiyeyê kurd piranî li ser xak û warên xwe ne. Li Rojhilat û Başûrêrojhilata Tirkiyeyê, li ser xaka Kurdistanê bi xwe ne. Her çiqas wek encamek asîmîlasyon û koçberiya neçarî (mecburî), gelek kurd koçberî bajarên Rojavayê Tirkiyeyê bûbin jî, demografiya Kurdistanê hîn jî tam xera nebûye û kurd piranî li ser xaka xwe ne.
b) Nifûs
Di destpêka sedsala 21. de li Amerîkayê 4.1 milyon mirov xwe wek xwecihên Alaska û xweciyên emerîkî bi nav kirine. Kabîleya wan a herî zêde bi hejmara 729.533 kabîleya Cherokee ye. Ya duyemîn jî kabileya Navajo ye û xwediyê xaka herî mezin e; qasî Îrlandayê ye. (Ofîsa Nûfusa Amerîka, 200 : 10)
Tê gotin ku tenê hejmara kurdên Tirkiyeyê li derdora 30 mîlyonî ye. Bi qasî 10 mîlyonê wan hatine pişaftin û dîsa jî li dora 20 mîlyon kurd hene. Li gorî Saziya Statîstikê ya Tirkiyeyê, li tevaya Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê nêzî 23 mîlyonkes li bajarên kurdan hatine dunyayê an jî pêşiyên wan li bajarên Kurdistanê hatine dinyayê. Ev hejmar tenê derbarê kesên li bajarên kurdan dijîn de ye. Di nav vê hejmarê de kurdên koçber bûne û yên Anatoliya Navîn ne tê de ne.

c) Ziman
Cihên zimanên xwecihên emerîkî tên axaftin Alaska û herêma Başûrê Rojavayê Amerîkayê ye. Ji van zimanan a herî zêde tê axaftin zimanê kabîleya Navoja ye. (Li gorî jimartina nûfus a sala 2000 a 178.000 kes)
Li gorî zimannasan, kurmancî li Rojhilat û Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê (Kurdistana Bakur), Bakurê Iraq û Suriyeyê û Rojavayê Îranê li dora 30 mîlyon kurd pê diaxivin. Li gorî lêkolîner malmisanîj, zazakî li bajarên Çewlik, Amed, Dersîm, Elezîz, di serî dedi nav sînorên 12 bajaran de li dora 1 heta 2 mîlyon kurd pê diaxivin.
Li vir jî bi awayekî zelal diyar e ku kurd ne kêmnetewe ne. Her çiqas xaka Kurdistanê bi zanebûnê di nav çar welaten de hatiye perçekirin jî, her çar perçe jî cîranê hev in, tenê xwedî sînorên siyasî ne. Dîsa jî çiqas ji destên wan tê di nav danûstandinê de ne.

3.2.3. PRATÎKA WAN A PERWERDEYA PIRZIMANÎ

Mînaka herî baş, derbarê zimanê Navajoyan de ye. Zarokên ku zimanê Navajo diaxivin, li dibistanê pêşî bi zimanê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûn. Li dibistanek Navajoyan de, dest bi programek xwendin û nivîsandinê ya ku pirzimanî, pirçandî û piralî kirin. Ev programa ji aliyê navneteweyî ve gelek hat ecibandin.Rêberiya dibistana Navajo ya ku li Rock Pointê biryar da ku hînker û materyalên xwe bi xwe amade bikin û peyda bikin.Dest bi çavdêriya pêvajoya hînbûna zarokan kirin. Piştî pênc salan gihiştin vê encamê: Ji ber ku zarok bi zimanê xwe perwerde dibûn, ji roja pêşî de bi awayekî çalak (aktîv) beşdarî pêvajoya perwerdehiyê bûn û serkeftî bûn. Her weha di du zimanan de (navajo – îngilîzî) hînî xwendin û nivîsandinê jî bûn.

Lê ev xebata yekemîn her çiqas destpêkek bihêz bû jî, di warê pêşgirtina guherîna ziman de têrî nekir. Zarokên ku di vê dibistana Navajoyan de bi zimanê xwe perwerde bûbûn û dikarin zimanê xwe jî biaxivin aniha mezin bûne û xwedî zarok in, lê zarokên wan piranî zimanekî tenê, îngilîzî, diaxivin. Çawa weha bû? Ev encam ji ber polîtîkayên pişaftina zarokên gelên xwecih û wendakirina zimanên wan derket holê. Li hemberî zarokên xwecih ên ku zimanê xwe li dibistanê diaxîvin helwestek neyînî hat nîşandan. Bi çaveke biçûk li wan hat nêrîn û her weha di bîra (hafiza) wan de ‘şermek zimanî’ ma. Ji ber zimanê xwe fedî kirin. Serde jî bandora çapemenî û teknolojiya îngilîzî di bin hişên zarokan de îngilîzî wek zimanê serdest bicih kirin. Derbarê zimanên xwe de jî di nav nakokiyan de man.
Her çiqas pişt re hinek programên din jî hat destpêkirin, lê dîsa jî serdestiya îngilîzî nehat şikandin. Zarok heta pola pêncan bi duzimanî perwerde bûn lê piştî pêncan zarokan taybetmendiya xwe ya duzimanî wenda kirin û di warê serkeftinê de gelkî paş de mayin.Ji aliyekê ve hinek deskeftinên wan hebin jî, hîn jî ji bo xwe dawa statûyekê dikin û têdikoşin.

3.3 BASK
Bask ji mînakên jor cudatir e. Ji ber ku herêmeke xweser a ku ji sê wîlayetan pêk tê ye. Nifûsa wê 2.125.000 kes e. Ji sala 1979 an vir ve serbixwe ye û herêma herî zengîn ê Spanyayê ye. Ji ber weha ji kêmneteweyên emerikî û yênefrikî azadîtir e û di biryardayina perwerdeya xwe de jî serbixwe ne.
Bask welatek e ku girêdayî Spanyayê ye.. Ev tê wê wateyê ku hem zarokên dibistanê yên baskîaxev û hem jî spanyolîaxev hene. Yanî du komên ziman ên mezin hene. Her weha, ji ber awrupanîzasyonê û globalîzasyonê malbatên zarokan dixwazin ku zarokên wan wek zimanê sêyemîn îngilîzî jî fêr bibin. Wê demê zarokên wan wê karibin pêwendiyên xwe bi zanist, teknolojî, dîtina kar û rêwîtiyên ku ji aliyê navnetewan wek trend tê dîtin re xurt bikin.
Baskî zimaneke di rojavayê Ewrupa de li cihek biçûk de tê axaftin. Têkiliya wê bi zimanê fransî û spanî re heye. Li welatê Baskî, Civaka Otonomî ya Baskê de bi gelemperî di perwerdehiyê de tê bikaranîn.

3.3.1.LI BASKÊ REWŞA ZIMAN
Bask û spanyolî zimanên fermî ne. Li gorî jimartina ziman a nifûse ya sala 1984an, ji nifûsa wan 23% ji zimanê Baskî fam dikin, 21% dikare biaxivin, 13% dikare bixwîne û 10% kes jî dikare binîvîsîne.
Pirsgirêk û polîtikayên ziman gelekî tevlîhev e, ji ber ku, her çiqas Baskî zimanekî neteweyî be jî, ji ber ku li cografiyek biçûk de ye li hemberî spanî peywira zimanekî berfireh bi cih nayne. Wek encamek di nav karên awarte yên vê rewşê, pêşxistina zimanê baskî di nav hem baskîaxev hem jî spanîaxev de di heman demê de tê xwestin. Çimkî polîtika ji bo ku zarokên dibistanê yên baskîaxev bi spanî jî perwerde bibin tên bikaranîn. Ev hewldanana ji pêşdibistanê heta zaningehê, di her asta perwerdehiyê de tên dîtin.

3.3.2.ENCAMÊN POLÎTÎKAYA ZIMAN
Digel ku xwedî otonomî ne, gelê Baskî serkeftinek mezin bi dest nexistine. Lêkolîna sosyolînguîstîk a sala 2006 an li hemû bajarên Baskî pêk hatiye nîşan dide ku li herêma xweser a Baskê di navbera kesên 16 salî û jor ve, 30% kes axaftina baskî de herikbar in, 18.3% kes axaftvanên pasîv in, û 51.5% kes jî Baskî naaxivin. Ev hejmara dawî bi awayekî zelal nîşan dide ku heger kurd jî têkevin vê rewşê wê ji pirsgirêkên ziman xelas nebin. Hem kurdî û hem jî tirkî zimanê fermî be ji ber sedemên ekonomî, bidestxistina kar û hwd. kurd jî wek Baskîyan wê di bin bandora zimanê berfireh, tirkî de bîmînin.

ENCAM
Perwerdeya mêjerkaran: Ya zimanê civaka berfireh û serdest, derfet û serkeftin an jî perwerdehiya bi zimanên xwecih / kêmnetewan û têkçûyin. Divê gelên xwecih vî ya qebul nekin, ziman û naverokaperwerdeya zarokan ji aliyê gelên xwecih bi xwe bên diyarkirin.
Divê ciwan ne tenê xwendakarên ziman bin, di heman demê de wek xwedî mafê plans û lêkolîneran di pêvajoyê de cih bigrin. Wê demê helwesta ciwanan a li hemberî zimanên wan wê behtir erênî be.
Di biryardayina perwerdeya zimanê Navajoyan de hinekan pirsek weha dipirsîn: Çima zarokên Navajo pêşî bi zimanê xwe hînî xwendinê nebin? Ev pirsek pedagojîk bû, lê gelek zanist digotin ku em nikarin pedagojî ji derveyî têkîliyên hêzên mezintir bibînin an bifikirin. Ev çiqas rast e û dema em li gorî kurdan jî bifikirin ev rastiya wê were pêş me. Hêzên mezin ku li ser kurdan kî ne û wê biryara çi bidin, ev jî gelekî girîng e.
Duzimanî mûmkûn e. Mirov dikare zimanekî bike zimanê nasnameya xwe û yê din jî zimanê hevpar. Lê ya girîng li Tirkiyeyê qanûnên bingehîn wê çawa bên guhertin û tirk gelên din wê wek xwe bibînin û mafên wan bidin wan e. Wê demê kurd dikarin zimanê kurdî bikin zimanê nasnameya xwe û tirkî jî zimanê hevpar. Gelo bi vî awayî dîsa zimanekî bibe serdest an na? Hînbûna zimanê tirkî an hînbûna bi rêya zimanê tirkî wê pêk were? Kurd ku li Tirkiyeyê ji 20 mîlyona zêdetir in, wê çawa wek kabîleyên Cherokee an Navajo ku hejmara nifûsa wan herî zêde li dora 178 hezar in bên dîtin û programên wan ên perwerdeya du/ pirzimanî bên bikaranîn. Îhtimala ku a herî baş ji bo kurdan otonomi ye û ew jî wek mînaka Baskî be (hem kurdî û hem jî tirkî zimanên fermî bin), pirsgirêka kurdan a ziman wê çareser neke. Ji ber ku kurd ne kêmnetewek e, û di warê ziman de jî xwedî zimaneke hevpar e, sîstemek nivîskî û edebiyatek zengîn e.

ÇAVKANÎ
1. Cenoz, Jasone, Towards Multilingual Education Basque Educational Research From An International Perspective, Multilingual Matters Limited, UK, 2009
2. Malmisanîj, Antikurdolojiden Kurdolojiye Giden Yol ve İsmail Beşikçi, Vate, Stembol, 2010
3. Skutnabb, Tove, Çok Dilli Eğitim Yoluyla Toplumsal Adalet,amd.Gök, F.- Derince, Ş., Eğitim – Sen Yayınları,Stembol, 2013
4. Skutnabb, Tove, Social Justice Through Multilingual Education, Multilingual Matters Limited, Kangas, 2009
5. Salih, Akin, Lêkolînên Zimannasiya Kurdî, Avesta, Stembol, 2013
6. http://www.haberdiyarbakir.com28 Tebax, 2012
7. http:// tr.wikipedia.org/wiki/Bask_Bölgesi
8. http://en.wikipedia.org/wiki/Basque_Country_(autonomous_community)

* Ev gotar wekî semînerekê ya di 2013’an de li Zanîngeha Artûklûyê hatiye pêşkêşkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …