Navên gundên Stewrê êdî bi çar zimanan e

 

 

Li navçeya Mêrdînê Stewrê navên esil ên 41 gundan ji aliyê meclîsa şaredariyê ve hat qebûlkirin û tabeleyên nû hatin daleqandin.

Şaredariya Stewrê li ser daxwazên welatiyan, biryara bikaranîna bi çar zimanan a navên gundan (li gorî qanûna nû ya şaredariya mezin tax) qebûl kir û paşê tabeleyên nû daleqand. Li ser tabeleyên nû ligel tirkî, zimanên ku li gundan (kurdî, erebî, suryanî) dihat axaftin jî hat nivîsandin.

Hevşaredarên Stewrê M. Aydın Alökmen, Gurbet Tekin endamên meclîsa şaredariyê beşdarê xebata daleqandina tabeleyan bûn. Alökmen diyar kir ku ew dixwazin hemû welatiyên xwedî nasname û çandên cuda hembêz bikin û got ku navê esil ê ciyekî di heman demê de nasnameya vî ciyî ye. Hevşaredar Tekin jî ragihand ku li Stewrê hemû reng, çand û ol bi hev re dijîn û lewma ew derbasî sîstema pirzimanî bûne.

Çavkanî: Ozgur-gundem.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …