Encamnameya komxebata ziman

 

 

 

Di navbera 25-26’ê nîsanê de ji aliye Kongreya Civaka Demokratîk ve “Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê” hat lidarxistin. Di vê Komxebatê de polîtîkayên ziman û perwerdeyê yên ku wê sazî û dezgehên gelê kurd û siyaseta wê bişopînin hatin nîqaşkirin. Di pêşengiya KCD’ê de saziyên Ziman û Perwerdehiyê yên wek Egîtîm Sen, Kurdî-Der, MAPER, Weqfa Mezopotamya, Şaredariya Bajarê Mezin, kes û nûnerên saziyên ku di qada ziman û perwerdehiyê de xebatan dimeşînin, bi tevahî 70 delege beşdar bûn. Di komxebatê de çespandineke wiha derket holê ku xebatên heta niha hatine kirin zimanê kurdî gihandiye astekê û li ser ziman haydariyêk afirandiye. Lê hat kirpandin ku zimanê gel û civakan heta ku nebe zimanê perwerdehiyê, ziman pêş ve naçe û nikare xwe biparêze. Di serkeftin û misogerkirina azadî û demokrasiyê de yekemîn stûna bingehîn ziman, çand û hunera civaka demokratîk e. Lewma di tevahiya pêngavan de, divê zimanê civaka demokratîk esas bê girtin û avadaniya xweseriyê jî, bi heman zimanî pêk bê. Ji ber vê yekê komxebata ziman ji bo di serî de gelê kurd û tevahiya gelan û kêmneteweyan dikaribin bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin xebata afirandina bingeheke zagonî û makezagonî daye ber xwe û di encamê de gihîştiye biryarên girîng. Di encama komxebatê de ev biryar hatin wergirtin:

1 – Di 6 mehên pêşiya me de ji bo ku polîtîkayên ziman û perwerdehiyê bi kûrahîtir bên nîqaşkirin û gihîştina hin biryarên diyarker bên pêkanîn, divê komcivînek bê lidarxistin.

2 – Divê ku dibistanên pîlot li gor pêdivî û derfetan bên zêdekirin. Ji bo vê yekê divê xebatên filîzîbîteyê yên pêwist bên destpêkirin.

3 – Ji bo berfirehkirina xebatên ziman û perwerdehiyê, li gorî awayê meclîsê divê xebatên afirandina pêkateyek û rêxistinê bên destpêkirin.

4 – Ji bo xebatên peyvnasiya mijarên cur bi cur divê komîsyoneke xweser bê avakirin.

5 – Tevahiya saziyên siyasî, kargêriyî û xizmetê, divê di xebatên xwe yên hundirîn û pevnivîsî yên hundirîn de, zaravayên heyî bi heman hestyariyê li ber çavan bên girtin û bi zimanê dayikê bên pêkanîn.

6 – 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî divê tevahiya sazî û dezgehên me tevli bernameya xwe ya salane bikin û li gor wate û girîngiya rojê çalêkiyên guncaw bên pêkanîn.

7 – Ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêsînor û bê pirsgirêk bê bikaranîn guherînên zagonî û makezagonî yên pêwîst bên pêkanîn, ger di asta siyasî de, ger ku di asta çalakiyan de be, em piştgiriyê didin hewldan û xebatên tên kirin.

8 – Komxebata me piştgiriyê dide perwerdeya bi zimanê dayikê ya tevahiya gelên ku li mezopotamyayê dijîn.

9 – Komxebata me bi tevahî ji bo di pergala me ya perwerdehiyê û xebatên me yên ziman de pêşxistina helwesta wekheviya zayend û esasên jina azad a demokratîk dipejirîne.

10 – Di serî de ji bo saziyên me yên siyasî û tevahiya saziyan di xebatên xwe de zimanê dayikê bikar bînin kirpandineke bi taybet dike.

Çavkanî: Azadiya Welat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Medyaya Dîjîtale de Kurdî Sekenê, Se nêkenê? Sosyal Medya de Xoverdayiş

Netîce ALTÛN Wexto ke di hezarî Kurdî yew nûştox ya zî sîyasetmedarî taqîb bikerê, Tirkêk …