RIZGARIYA ÇAND Û ZİMAN

 

 

Rizgariya neteweyî û civakî ya gelekî bindest karekî berfireh e ku xebateke kûr û dirêj dixwaze. Hilweşandina strûkturên kolonyal ên di nava civaka bindest de bingeha karê rizgariya neteweyî û civakî ye. Bi avêtina van gavan bêedaletiya ku kolonyalîzm di nava civakê de pêk aniye tê bidawîkirin û derfeta azadkirina civakê derdikeve holê. Qadên dekolonîzasyona welatekî, ne tenê qadên siyasî û aborî ne. Qada çandî û zimanî jî qadeke bingehîn e ku ji bo dekolonîzasyona tam a welatekî pêdivî bi wê heye. A rastî van her sê qadan –siyasî, aborî, zimanî- di nava hev de entegre ne; bêyî rizgariya yek ji van qadan, rizgariya yên din jî ne mimkûn e. Dema di qada siyasî de mafên xwerêvebirinê nehatibe bidestxistin wê meşandina polîtîkayên xurt ên aborî û çandî-zimanî jî, ne mimkûn be.

Dema kontrola li ser qada aboriyê kêm be wê xwerêvebirina siyasî lawaz bimîne. Gelek caran rojeva germ a têkoşîna siyasî rê nade ku mirov li ser mijara dekolonîzasyona çandî-zimanî kûr bibe. Di demên wiha de rizgariya ji vê realîteya kolonyal bi gelemperî wekî qadeke xweser a têkoşînê nayê dîtin û tê bawerkirin ku wê rizgariya siyasî rizgariya çandî-zimanî jî bi xwe re bîne. Lê mînakên ji cîhanê bawerbariya vê nêzîktêdayinê ji zû de ye tune kiriye. Ne dewleta serbixwe ya Îrlandayê, ne eyaleta Quebecê û ne jî herêma xweser a Baskê piştî çareserkirina meseleya rizgariya siyasî (yek ji van bi riya dewletê, ya din bi riya federalîzmê û ya dawî bi riya xweseriyê) karibûne mîrateya çandî-zimanî ya hêzên hegemon bilez biguherînin. Heman bûyer niha bi awayekî eşkere li hin welatên Amerîkaya Latîn pêk tê. Wekî mînak, li Bolîvyayê di ser hilbijartina Evo Morales û restorasyona dewletê re deh sal derbas bûye lê hîn jî serdestiya çandî-zimanî yên spanyolîaxêfan dom dike.

Dema ligel vê tecrubeya cîhanî mirov li problema kurd binêre, dikare bibîne ku di vê mijarê de rastiya me dişibe mînakên li jor. Rola dekolonîzasyona çandî-zimanî ya di rizgariya neteweyî û civakî de nehatiye zelalkirin. Lewma polîtîkayeke me ya ji bo hilweşandina hiyerarşiya ziman û newekhevitiyên civakî ku li ser vê bingehê hatine damezrandin tune ye. Pêvajoya deh salên dawî nîşan dide ku sazî û xebatên heyî yên di vê qadê de nekaribûne dejenerasyona mezin a çandî-zimanî bisekinîne û polîtîkayeke alternatîf bimeşîne. Wiha xuya dike ku bê bernamebûn û meşandina xebateke serkeftî di warê rizgariya çandî-zimanî de ya ji aliyê saziyên kurd, valahiyeke mezin derxistiye holê. Di salên dawî de rapor û xebatên li ser hev ên di warê perwerdeya duzimanî û pirzimanî de çend hewldanên dawî ya ji bo dagirtina vê valahiyê ye. Di dewsa rizgarbûna tam a ji strûktûrên kolonyal ên di vî warî de, ji kurdan re çareseriya di bin hegemonyaya zimanekî din tê pêşniyazkirin. Tiştê divê fikar jê bê kirin ev e ku bingeheke civakî ya vê retorîka lîberal heye. Ev jî çîna navîn a li welat e ku bi giranî di bin bandora tirkî de ye.

Necat Ayaz

Azadiya Welat – 13.02.2015

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …