Ferhenga zanistê ya kurdî hat weşandin

 

Ferhenga yekemîn a zanistê ya li Tirkiyeyê li Amedê hat weşandin. Ferhenga ku ji aliyê Prof. Dr. Bahattîn Gumgum ve hat nivîsandin, ji 26 hezar peyvan pêk tê

Ferhenga bi navê ‘Ferhenga Termên Feni Kurdi-Tırki-İngilizi’ piştî xebateke ku 15 salan ajot, derket holê. Ferheng ji peyvên di derbarê fîzîk, kîmya û biyolojiyê pêk tê. Amadekarê ferhengê Gumgum ku li Zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê dixebite, diyar kir ku nêzîkî 2 hezar peyv ji aliyê wî hatine afirandin

Gumgum got ku ji bo dîtina peyvên bi kurdî wî li ser gelek zimanan lêkolîn kiriye lê wî ji xwe re îngilîzî wekî zimanê bingeh girtiye. Gumgum ragihand ku wî bi taybetî li ser dîroka Mezopotamyayê lêkolîn kiriye, Kuranê xwendiye û bi zanîngehên li Kurdistana Başûr re têkilî çêkiriye

Çavkanî: Aljazeera.com.tr

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …