Meşa ji bo zimanê dayikê

 

 

Çalakiyên 12ê Sibatê Roja Şehîdên Zimanê Dayikê, îsal bi beşdariya çalak a Şaredariya me didomin. Li ser banga KCD, TZP-Kurdî û şaredariya me, îro (21 Sibat 2015) bi sedan Amedê li Parka Koşuyoluyê li hev kom bûn.

Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevseroka DBPa Amedê Hafîze Îpek, Hevserokên HDPa Amedê Gulşen Ozer û Omer Onen ligel hevşaredarên navçeyan di vê meşê de amade bûn, di meşê de pankartên ser girîngiya rojê hatin hildan û dirûşma “bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin.

Meşa ku ciwan û zarokan eleqeyeke germ nîşan da li ber avahiya KCDê bi dawî bû. Nivîskar Îrfan Babaoglu ser girîngiya rojê axaftinek kir. Babaoglu bûyera li herêma xweser Bengala Pakistanê bi bîr xist û kurtedîroka Roja Zimanê Dayikê vegot. Babaoglu da zanîn ku li gorî UNESCOyê li dinyayê 6 hezar ziman hene ku mirov pê diaxivin û got k udi heman raporê de hatiye, ku Kurdiya Zazakî yek ji wan şêwezaran e ku xetera tunebûnê li ser heye.

dicle

Dê bo ziman pêngava çandî were kirin

Piştre Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle axivî û diyar kir ku zimanê dayikê nasnameya gelan e û got ku gelek astengî li ber zimanê kurdî hene lewre jî gelê kurd azad nîn e. Dîcle aşkere kir ku ser û sebebê pirsgirêka kurdî astengiya ber ziman e û weha got: “Gelê kurd rastî asîmîlasyoneke mezin a çandî hat. Ligel avabûna komara Tirkî û pê ve, ji xeynî tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Serê peyva kurdî cezayê pere hate birîn. Apê Mûsa ji ber ku bi kurdî fîtik lêda hate zindanîkirin. Medreseyên kurdan tev hatin girtin. Kurdî îro bi xêra wan cangoriyên xwe di ber vê dozê feda kirine hê jî hebûna xwe didomîne. Em îsal kampanyeyekê didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de em ê zimanê kurdî û zimanên Kurdistanê derxine pêş. Di vê çarçoveyê de, hemû şaredarî, partiyên siyasî, dam û dezgehên çandî û civakî û saziyên demokratîk ên Kurdistanî dê plansaziyeke stratejîk a kurdî amade bikin. Em helme û pêngava me ya çandî dê bi ser bikeve.”

Pê re Hevşaredar Firat Anli jî aşkere kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ew jî amade ne bo ziman xebatên girîng pêk bînin.

Çavkanî: www.diyarbakir-bld.gov.tr

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …