Em gelek caran dibêjin li Spanyayê gelê bindest ku herî zêde ji bo rizgarî û azadiya xwe têdikoşe baskî ne; lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Gelê ku li Spanyayê dijîn bêtir bi plan û bername ji bo azadiya xwe dixebitin katalonî ne. Lêbelê em li Spanyayê ji katoloniyan bêtir baskî nas dikin. Ji bo ku baskî şerê çekdarî didin bêtir li cîhanê hatine naskirin. Dewlemend û rewşenbîrên katalonî hîn ji salên 1800’î ve bingehên dem û dezgehên xwe yên neteweyî û çandî danîne. Komele, enstîtu û akademiyên xwe ava kirine û heta roja îroyîn kar û xebatên xwe domandine. Bi van dem û dezgehan heta astek be jî pêşî li asîmîlasyonê girtine. Lê baskî di vî warî de qels û hejar mane. Loma di nav baskan de asta asîmîlasyonê gelek zêde ye.
Li paytextê Katalonya Barselonayê zimanê rojane, li bazarê, dibistanê, medyayê bi katalonî ye. Dema ku li Barselonayê kesekî bi spanyolî bipeyive, yan gundî ye û nû hatiye bajar yan jî alîgirê dewleta Spanî ye. Barselonî naxwazin bi wan kesan re bi spanyolî bipeyivin û kesên wisa biçûk dibînin û henekên xwe bi wan dikin. Lê hezar mixabin li paytexta Kurdistanê li Amedê rewş berevajî ye. Xelkê navend û navçeyên Amedê ango amediyên bajarî bi tirkî dipeyivin. Kurdî bi tenê li gundan maye. Bajaryan heta van salên dawî kesên ku bi kurdî bipeyiviyan biçûk didîtin û hezar henekên xwe bi wan dikirin. Niha biçûkdîtin û henek ji holê rabûne lê tirkî axaftin mode ye û nîşana bajarvaniyê ye. Mirov li dem û dezgehên kurdan ên siyasî û civakî jî dengê kurdî kêm dibihîse. Bi teybetî li Amedê ji %90 zarok bi tirkî diaxivin. Civak û jiyana rojane bi tirkî ye. Partî û dem û dezgehên katelonî ji aliyê ziman û çandê ve gelek hesas in. Pirsgirêkên xwe tesbît dikin û dest bi çareseriya wan dikin.
Wekî nimûne. Tê gotin ku menuyên restoran û hotelên luks bi spanyolî û îngilîzî ne û bi katalonî tune ne. Partiye Katalonî komikên biçûk ava dikin û li wan restoran û hotelên turîstîk digerin. Ji bo xwarinê menû dixwazin. Dema dibînin ku di menûya wan de zimanê katalonî tune ye dipirsin dibêjin: “Çima bi katalonî menû tune ye?” piştre xwarinê naxwin, radibin û diçin. Her wiha rojê li taxeke bajar digerin. Xwediyê restoran û hotêlan mecbûr dimînin ku zimanê katelonî li menûya xwe zêde bikin. Par hikûmeta xweseriya Katalonî biryar girt ku here referandûmeke serxwebûnê. Hikûmeta Navendî ya Spanî û Dadgeha Qanûniya Bingehîn li hemberî referandûmê derketin. Hikûmeta katalonî bi paş ve gav neavêt û di 9’ê mijdara 2014’an de referandûmeke temsîlî pêk anî û ji %80,7 ên kataloniyan dengê xwe ji bo serxwebûnî bi kar anîn. Li Katalonyayê têkoşîn û xebatên ji bo serxwebûnê her berdewam dikin.
Amed TÎGRÎS
Azadiya Welat – 03.03.2015