YE wê alîkariya aborî ji bo Kurdistanê bike

‘Yekem care wezîrên derve yên YE vê biryarê bidin’

Yekitiya Ewropayê (YE) di civîna konseya YE yê de biryar da alîkariya aborî ji Kurdistana başûr re bikin.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê YE yê Dilawer Ajgeyî ji BasNewsê re ragehand, yekem care wezîrên derve yên YE yê di civîneke fermî de vê pirsê gotûbêj dikin.

Dilawer Ajgeyî diyar kir, biryar dana YE ya ji bo alîkariya herêma Kurdistanê di vê krîza ku heyî de giringe. Ji ber ku pirsa derbaskirina herêma Kurdistanê ji krîza darayî buye mijara siyasî ya YE yê.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê YE yê herwaha ragehand, YE di biryara xwe de amaje bi alîkarî dayîna banka navnetewî û sindûqa pare ya navnetewî kiriye û ev jî tê wateya YE ji wan her du rêxistinên navnetewî dixwaze û piştgiriyê li deyn dayîna ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re dike.

Ji ber daketina nirxê nefta cîhanê û henarde nekirina budceya Kurdistanên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, ji sala 2013ê ve, hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî krîza darayî ya giran hatiye.

Jêder: Basnews

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …