Parlementerê HDPê ji bo Sûrê pêşniyarek pêşkêşî hikûmetê kir

Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan, ji bo jinûveavakirina Sûrê ji cîgirê serokwezîrî daxwaza hevdîtinê ji Cevdet Yilmazî kir û planeke ji 6 madeyan pêk tê pêşniyarî hikûmetê kir.

Altan Tan got ku çi tiştê ku welatî nexwaze, ne bi dilê wî be yan jê re negotibe “erê” nabe pêk were û ev rêbazeke giştî ye.

Herwiha Tan rexne li cîgirê serokêwezîrî girt ji ber ku ew bi parlementerên HDPê re hevdîtin pêk neanîne û got ku wî daxwaza hevdîtinê kiriye û di wê hevdîtinê de dê plana xwe ya ji 6 madeyan pêk tê, pêşkêşî wan bike.

Divê li gorî raportan nirx bê diyarkirin

1)Ji bo cihên ku dê werin gelemperîkirin, divê mirov baş bala xwe bidê, lewra divê kesên pêbawer û pispor vî bikin. Divê dewlet wek bazirgan tevnegere û heta jê were alîkariya xelkê bike.

Dewletê li cihên karesetan, xanî çêkiribûn û ew bi erzanî firotibûn

2)Niha wek mînak eger tu 50-60 hezarî yan jî 40 hezarî bidin welatiyekî, ew ê nikaribe li cihekî biçûk jî xaniyekî bikire, lewra divê dewlet bi hesasiyet tevbigere û alternatîvên pêşkêşî wî bike û wî dîsa bike xwedî xanî. Berê dewletê ev tişt li cihên karesetan kirine, proje çêkirine û xaniyên wê bi erzanî firotine xelkê.

Divê tesbîtkirin li hejmara xaniyan û îqametê be

3) Niha li hinek parselan xaniyekî yekqat heye, li hinekan bi qaçaxî avahiyek sêqat yan çarqat hatiye avakirin, nabe dewlet wan mirovan mexdûr bike. Teqez divê tesbîtkirin li hejmara xaniyan û îqametê be

Nabe bibêje tu ne mafê te tine, lewra derkeve

4)Ne tenê ruxset yan îmar li piraniya van taxan tine lê kêşeya milkiyetê jî heye. Hinek ji wan li ser erda xezîneyê hatine avakirin. Anku ev 30-40 sal in ku ew mirov li wir dijîn, nabe ku em bibêjin tapûya tine lewra ji vir derkeve, divê çareyek were peydakirin.

Divê derfetên karî werin peydakirin

6) Pergala gelek mirovan xerab bûye, bazirgan wê derê carinan karê xwe li ser dezgehan dikin. Êdî ti karê wa nemaye, hewl didin bi 20 lîreyî debara xwe bikin, lewra divê derfetên karî werin peydakirin.

Herwiha Altan Tan behsa avahiyên dîrokî û kevnar kir û got ku divê ew neyên jibîrkirin.

Jêder: Sputnik News

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …