Rejîma Komara Îslamî kon û reşmalên pezdaran li zozanên Kurdistanê wêran dike

 Rejîma dijî gelî ya Komara Îslamî ya Îranê di pîlaneke nû de li dijî gelê Kurd, li çend deverên curbicur ên Kurdistanê, bi pezdar û ajeldarên Kurd ragehandine ku, kes nikare îsal here zozanan, û her kes here, wê tevî lêpirsînê berbirû be, û kon û reşmal û awahiyên wan jî, wê bên herifandin.

Rejîma Komara Îslamî di pîlana xwe ya nû de, li derdora Qutûr a ser bi bajarê Xoyê û herweha derdora Elend ya ser bi bajarê Makûyê, hişdarî daye pezdaran ku di demekî kurt de, kon û reşmal û avahiyên xwe li zozanên Kurdistanê rakin, û li zozanan nemînin, û hekî kesek jî vê biryarê cîbicî neke, wê tevî lêpirsînê berbirû be, û bi Lodêr û Boldûzêran kon û reşmal û avahiyên wan bên herifandin.

Her di vê rasteyê de hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî li gundê “Hindiwan”ê dest avêtine xirabkirina kon û reşmal û avahiyên xelkê li zozanên Kurdistanê.

Eva di demekî de ye ku çend rojan berî niha jî li devera Migewer a ser bi bajarê Urmiyê, û herweha li bajarên Pîranşar û Serdeşt û Şino û herweha Pawe û derdora Pawe jî, hêzên ser bi Sipaha Pasdaran zêxt û giwaş xistne ser xelkê ku, îsal nikarin herin zozanan û her kes here, wê tevê lêpirsînê berbirû be.

Tê gotin ku ev biryara rejîmê piştî peyama Newrozî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê derketiye holê, ku têde destpêkirina xebateke nû ji aliyê Hizba Demokrat ve hate ragehandin.

Jêder: Kurdistanmedia.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …