DBP: AKPê dixwaze dest dane ser şaredariyên me

 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand, AK Partî dixwaze li şûna hevserokên şaredariyên wan, li gor dilê xwe hin kesan erkdar bike.

Piştî ku Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî ku di heman demê de berpirsê rêveberiyên herêmî ye daxuyaniyek da û tê de ragihand ku egera wê yekê heye hikûmet hin serokên şaredariyan biguhere, DBPê jî derbarê wê yekê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

DBP amaje kir ku di sistema rêveberiyê de Tirkiyê berevajiyê Ewropayê gavan diavêje û ragihand, hikûmeta Tirkiyê bi hêceta “piştgriya rêexistina terorist” dest bi xebatan kiriye ku li şûna hevserokên şaredariyên wan, hin kesan erkdar bikin.

Di daxuyaniya DBPê de wiha hat gotin: “Li hemberî daxwaza kurdan a rêvebirinê, AKPê wek desteserkirin, girtin û ji kar avêtinê bersiv da. Îro jî dixwaze bi kayumê (li şûna rêveber kesekî din tê erkdarkirin) rêvebirên dezgehên me ku ji aliyê gel ve hatine hilbijaritin,  biguhere û di bin bane reforman de pêvajoyek nû dane destpêkirin.”

DBPê herwiha banga ji nûve destpêkirina amadekirina makezagonekê demokratîk û sivîl li AK Partiyê kir.

Jêder: Rudaw.net

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …