Parlamenterên Kurd ji Bexdayê derketin

Ji ber kirîza siyasî û berdewambûna aloziyên di nav Parlamentoya Iraqê de, parlamenterên hemû fraksyonên Kurdistanî Bexda bi cih hiştin û vegeriyan Kurdistanê.

Li gor agahiyan, parlamenterên her 4 fraksiyonên Kurdistanî yên Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Nişîtmnaiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê biryara terikandina bajarê Bexdayê dane.

Tenê her du parlamenterên Kurd Tavge Ehmed a ser bi Fraksyona Tevgera Goranê ve û Adil Nûrî yê ser bi Fraksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Bexdayê mane ku ew jî ligel hin parlamenterên çend fraksyonên din ên Parlamentoya Iraqê ketine girevê.

Her du parlamneter Tavge Ehmed û Adil Nûrî li benda civîna sibê pênşemî ya parlamentoyê dikin, ku biryar e di vê civînê de hilbijartina ji desteya serokatiya parlamentoyê re bê kirin.

Ji ber ku ew her du parlamenter ligel helwesta fraksyonên xwe nebûn, ji aliyê Tevgera Gorranê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ve ji refên wan partiyan hatin dûrxistin.

Serokê Fraksyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Xesro Goran di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Wek PDK û fraksyonên Kurdistanî yên din em vegeriyane Herêma Kurdistanê.”

Xesro Goran got: “Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî ji me re got, ku civîna Parlamentoyê heya demek nediyar hatiye paşxistin, ji ber wê jî em vegeriyan.”

Bi gotina Goran, hemû parlamenterên fraksyonên Kurdistanî vegeriyane Kurdistanê.

Li gor zanyariyên tenê du parlamenterên Kurd Tavge Ehmed û Adil Nûrî li Bexdayê mane.

Parlametera girevgirtî ya Kurd Tavger Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ew venagerin Kurdistanê û niha ew li benda civîna sibe pênşemî ya parlamentoyê ne. Tavger Ehmed herwiha got: Biryar e di civîna sibê ya parlamentoyê de serok û her du cîgirên Serokê Parlamentoyê werin hilbijartin. Niha jî deriyê namzediyê hatiye vekirin.

Tavger Ehmed ew yek jî red kir, ku wê xwe ji ti kursiyekê re kiribe namzed.

Îro çarşemî 20ê Nîsanê desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê biryar da, karê parlamentoyê heya demek nediyar rawestîne. Di biryara desteya serokatiya parlamentoyê de hatiye, ku gerek kar bi vê biyarê were kirin û her kesek jî biryarê binpê bike, dê navê wî/wê were tomarkirin.

Jêder: Rudaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …