Şam hewl dide bi Enqereyê re riyekê veke, bo rêgiriyê li ber Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bakurê Sûriyê bike, da ku dewleta Kurdistana Sûriyê ava nebe. Ev yek jî bi piştevaniya Îran dibe. Herwiha Cezaîr jî amadehiya xwe bo birêvebirina civînên ne aşkere dike, ta digihine darişteneke dawî ji rêkeftinekê li dijî Kurd.
Li gor rojnameya “Heyat” ku berpirsên Sûriyê hizra vekirina kenalekê ligel Tirkiyê dikin, bo rûbirûbûna parçebûna Sûriyê û avakirina herêmeke Kurdî li bakurê Sûriyê. Ku rêjîma Sûriyê ji aliyekî ve, berê hêza xwe daye bajarê Tebqayê, da ku firokxaneya Tebqayê yê leşkerî kontrol bike. Herwiha li bakurê Helebê jî hewl dide herêm di navbera Efrîn û Kobanê de Kontrol bike, da ku herdu herêm negihin hev û Herêma Kurdistana Sûriyê ava nebe.
Sermiyadarekî Sûriyê bi navê Xalid Ehmed ku nêzîkî Beşar Esed e, hat şandin bo ligel berpirsên rojava wê mijarê gotûbêj bike. Herwiha Ehmed berî çend rojan jî beşdarî hevdîtina Osloyê jî bûbû, ku ligel hejmarek ji berpirsên rojava û Wezîrê Derve yê Îranê civiya. Tê zanîn jî ku Şêwirmenda Serokê Sûriyê Biseyne Şaban berî du salan di wê hevdîtinê de beşdar bûbû.
Ji aliyê xwe ve, Cezaîr ya ku pêwendiyên wê yên ewlekariyê ligel Şamê hene, hewl dide hevdîtinên ne aşkere di navbera rayedarên Sûriye û Tirkiyê de li ser xaka xwe birêve bibe, da ku eniyekê li hember Kurdan û avakirina herêmeke Kurdî, ava bike. Wek çawa di salên 90î de Sûriyê bi dehan berpirsên PKKê radestî Tirkiyê kiribûn.
Herwiha rojname bibîr tîne ku, Cezaîr di dîroka Kurd de rêkeftina her yek ji Sedam Hisên û Şahê Îranê Mihemed Riza bi serpereştiya Serokê Cezaîrê Hewarî Bumidyen birêve biribû, ku di 6 Adara 1975an de bo rûbirûbûna Şoreşa Îlonê rêkeftin hat îmzekirin.
Tiştê ku vê yekê tekez dike ew e, ku Rûsyayê destûreke nû bo Sûriyê pêşniyara Amerîkayê kiribû, lê li ser daxwazên Îran û Sûriyê ve, her mafekî Kurd û avakirina herêmekê ji her sê herêmên Rêveberiya Xweser re, jê hatibû derxistin.
Ji aliyê xwe ve, Îran piştevaniya vê hizrê dike, ji ber ku geşekirina daxwazên Kurd li Sûriyê ligel serkeftina Kurd li Iraqê, bandorê li ser Kurdên Îranê bike. Lewre Îran pêwîstiya wê bi hevahengiya sê alî (Îran, Tirkiye, Sûriye) heye, wek çawa di sedsala borî li dijî herêma Kurdistana Iraqê kiribûn.
Li hemberî wê, berpirsekî payebilind yê Kurd ji ji rojnameya “Heyat” gotibû, ku ew dûr dibîne ev hewla Şam, Enqere û Tehranê ya li ser xaka Cezaîrê biçe serî, ji ber ku pirsa Kurdî niha bûye pirseke navdewletî û pê ve hatiye girêdan û ji çarçoveya herêmê derketiye. Herwiha wî berpirsî Kurd amaje bi wê yekê kiriye, ku Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) yên Kurd û Ereb li dijî DAIŞê dike. Herwiha çendîn car e berpirsên Amerîkayê serdana bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurditanê kirine û hevahengî ligel berpirsên leşkerî yên Kurd kirine.
HSDê bûye hêza bejayî ya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, Nûnerê Serokê Amerêkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Brett McGurk jî amaje bi rola wan di rûbirûbûna DAIŞê kiriye.
Tê zanîn jî, Amerîkayê 250 leşkerên xwe şandine bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkarî û perwerdekirina HSDê di şerê li dijî DAIŞê, berî destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarê Minbicê. Herwiha Fransayê jî hêzên xwe di operasyona kontrolkirina Minbicê de weke şêwiremend beşdar kirine.
Jêder: Kurdistan24.net