Fuara Pirtûkan a Amedê bi dawî hat

2.yemîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi şîara “Azadî” hate lidarxistin bi dawî hat. Fuara ku 72 weşanxane beşdar bûn bi beşdariya bi dehan nivîskar û helbestkaran û bi serdana bi hezaran xwîneran pêk hat.

2yemîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi şîara “Azadî” û slogana “Di Dergûşa Şaristiyan De Li Ber Ronahiya Pirtûkan” li Sumerparkê hate lidarxistin bi dawî hat.

Fuar, 17ê gulanê bi axaftina Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak dest pê kir, bi serdana stantan a Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli bi dawî hat, îsal, bi dehan şair û nivîskar beşdar bûn, bi hezaran xwende jî hatin serdana fuarê û pirtûk standin.

Îsal 72 weşanxaneyan di fuarê de stantên xwe danîn, 75 panel, xwendina helbestan, gotûbêj, temaşekirina fîman hatin pêşandan, di fuarê de mijarên wek jiyana azad, azadî, aştî, kuştina sivîlan, rojnamegerî, şanoya kurdî, çîroknûsî, felsefeya şanoyê, muzîka kurdî, wêjeya devkî û wêjeya nivîskî, femînîzm û hwd hatin nîqaşkirin, nivîskar di stantan de bi xwendeyan re hatin cem hev.

Stantên weşanxaneyan tijî bûn

Bi hezaran kesî serdana Fuara Pirtûkan kir, di şeş rojên fuarê de stantên weşanxaneyan heta guhî tijî bûn, di rojên îmzeyê de bi dehan nivîskaran, bo bi hezaran xwendeyan xwe pirtûk destnîşan kirin. Fuara Pirtûkan bi gotûbêj, panel û xwendina helbestan têr tijî derbas bû, tê texmînkirin ku di ser seh hezar kesî re serdana fuarê hatiye kirin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …