Kurdistan dibe xwedî domaîneke fermî li înternetê

 

Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevbeşên Internêtê, dawîn qonaxa  domaina bi asta bilinda Kurdistanê bi paşnavê “‌.KRD” radigihîne, ku hemû kes, alî û kompaniya ji bo bikaranîna Internêtê li seranserî cîhanî dikarin pêgeha elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin.

Domaina fermî ya Kurdistanê bi awayekê cîhanî hatiye amade kirin, ji bo vê yekê bibe baştirîn bijarte ji bo beşdarên Kurd hatiye amade kirin û dikare pirsgirêka nebûna domain ji kesên Kurd, sazî, rêkxistin û kompaniya yên têkldarên Kurdistanê çareser bike.

Lewma  em dixwazin di vê derfetê de, pêgehên elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin, ku giringiyeka taybetî heye.

Hîwa Efendî Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî dibêje ku di demekê de ku hejmara beşdarên Internêtê li ser asta cîhanî bi leziyeka cihê hêbetê berev zêde bûnê ye, domaina  “‌.KRD” dibe hêsankarî jibo despêragihiştina çend milyon beşdarên Kurdên Internêtê bi rêya domaina fermî ya Kurdistanê, ku heta niha ji domainên wek  “.com” yan “.net”  bi kar tînin.

Tomarkirin li domaina  “‌.KRD” bi rêya van ajansan amade ye: 101Domain, DomainDiscount24, OpenProvider, Namecheap, NameISP, MarkMonitor û  SafeBrands. Ji bo zanyariyên pitir serdana vê malperê  www.dot.krd  bikin û di vê lînkê de jî  https://dot.krd/en/registrars/  dikarin pêgehên elektroniyên xwe tomar bikin.

Jêder: Cabinet.gov.krd

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …