Bêaramiya civakî ya li dora projeyên hîdroelektrîkê yên li Guatemalayê

 

 

Huehuetenangoya li bakurê Guatemalayê du hefte berê dema komeke mirovan a ji 150 kesan pêk dihat a ku bi maskeyan ketin hundirê tesîsa projeya hîdroelektrîkê ya pirneteweyî ya li şaredariya San Mateo Ixtatan û hin makîne û avahiyê hilweşandin, bû ciyê serhildana gel. Ev bûyer, ji nakokiyên civakî yên di derbarê çalakiyên hîdroelektrîk ên li aliyên cuda yên Guatelamalayê ku bi salane dom dikirin, ya dawî bû. Heta niha ti kom berspirsiya vê kiryarê negirtiye ser xwe.

Di sibeha 5’ê Gulanê de medyaya mezin dest bi nûçeyên di derbarê “çeteyek” ku ketiye hundirê qada şîrketa hîdroelektrîkê ya bi navê Promoción y Desarrollos Hídricos S.A. û vê şîrketa li gundê Huehuetenango ya li şaredariya San Mateo Ixtatan bûye sebeba xisarê. Di yek ji nûçeyên ewilî yên ji aliyê rojnameya neteweyî Prensa Libre ve hat weşandin de du kesên ku wekî lîderên civakê dihatin naskirin, bêyî ku çavkaniya nûçeyê bê nîşandayîn wekî berpirs hatin nasandin. Wiha xuya dike ku bingeha wersiyona fermî ya nakokiyê hema hema bi temamî li ser agahiyên ji karker û nûnerên şîrketê hatibû damezrandin.

Li herêma Huehutenangoyê di du salên dawî de di warê krîmînalîzasyon, zilm û çewsandina leşkerî ya protestoyên civakî yên li dijî megaprojeyên enerjî û hîdroelektrîkê pêk hatin.

Li San Mateo Ixtatan Wezareta Enerjiyê û Madenan û Wezareta Hawîrdorê avakirina sê projeyên hîdroelektrîkê yên bi navê Pojom I û II û San Andres erê kirin.

Di 8’ê Gulanê de gelê Maya yên li herêmê, bi riya Konseya Gelê Maya (CPO) tevlî Pîskopos Alvaro Ramazzînî û şaredarekî lokal ve daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin.

CPO ji ber ku Konvansiyona ILO’yê ya 169 û Danezana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Gelên Xwecî ku her du jî rêzê ji mafên kolektîf ên gelên xwecî yên li ser erdên wan digirin nexistiye pratîkê, ji ber bûyeran dawî hikumetê sûcdar kir.

“Em wekî civaka maya bûne yek. Em hemû rastî heman dagirkirina erdên pêşiyên me tên û em ê dev ji dostên me yên maya bernedin,” got Lolita Chavez a ji CPO’yê.

Civakên lokal ên maya yên ji aliyên civakên din ên maya yên li seranserê welat tên destekirin, bi armanca dîtina çareseriya aştiyane ya ji gelek nakokiyên li welat re, ketine nava hewldanên domdar. Lê ji aliyekî ve jî ew mezinbûna bêhêvîtiyê ya di nava civakê de jî dibînin.

“Bi armanca dîtina çarerseriyên aştiyane ji nakokiyên dom dikin re çi ji dest hat me kir,” got rûniştvanê Huehuetenangoyê Rigoberto Juarez di dema daxuyaniya çapemeniyê de.

Juarez qala însîyatîfên ku ji bo pêkanîna diyalogê bi  Otto Perez Molina û bi rêvebirên din ên hukumetê re ya bi armanca dîtina çareseriyê û bidawîkirina bêaramiya herêmî ya ji ber van megaprojeyan derketine holê, însîyatîfên ku ji aliyê lîderên civakê ve hatibûn destpêkirin, kir.

huehue_conflict2

“Em dixwazin şîdet ji holê rabe lê di heman demê de em dizanin ku gel ji ber ku hikumet guh nade redkirina yekgirtî ku nifûsa lokal di referandûma 2009’an de nîşan da, pir dilşikestî bûye,” got Juarez.

Di dema ku piraniya civakên xwecî yên li San Mateo Ixtatanê dibêjin “na” û her projeya pêşerojê ya madenvaniyê ya li ser erdên xwe red dikin, hikumet ji wê demê û vir ve  bêyî ku wekî di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de hatiye ferzkirin, berê bi civakên ku wê bi bandorên wê re rû bi rû bimînin bişêwire, destûrê da ji bo avakirina du projeyên hîdroelektrîkê.

Ji CPO’yê Chavez di daxuyaniya çapemeniyê de destnîşan dike ku ji bo damezrandin û xurtkirina rêxistina civakê û berxwedanê ya ji bo parastina erdên pêşiyan û şêweya jiyanê, civakên xwecî bi riya beşdariya xwe ya kolektîf, bi awayekî aştiyane û demokratîk tevgeriyane. Ji bilî vê, CPO heşt caran serî li dadgehên neteweyî xistiye û her carî daye xuyakirin ku mafên kolektîf ên civakên xwecî ku mafê şêwirmendiya azad û pêwîst jî tê de ye, hatine îhlalkirin.

Ji bilî dozên di dadgehên neteweyî de hatin vekirin, CPO bi îdîaya ku hiqûqa madenvaniyê ya welat wekî ku di çarçoveya destûra bingehîn a neteweyî û hiqûqa navneteweyî de dihat ferzkirin divê bi riya şêwirmendiya wan bihatana êrêkirin, bêyî şêwirmendiya wan hatiye erêkirin. Heta niha bersivekê ji van dozan nehatiye girtin.

Li Huehuetenangoyê hevdîtinên ewilî di Îlona 2013’an de bi beşdariya lîderên civakê, rêvebirên lokal, nûnerên hikumetê û du çavdêrên wekî Pîskopos Ramazzînî û nûnerê Neteweên Yekbûyî hat lidarxistin.

Di hevdîtineke din a di Kanûna 2013’an de ku nûnerên şîrketê û rêvebirên lokal beşdar bûn, dest pê kir. Di van hevdîtinan de peymaneke ku tê de dihat destnîşankirin ku çalakiyên projeya hîdroelektrîkê  heta ku li ser mijarê çareseriyek pêk bê wê bê sekinandin, derket holê.

Mixabin, tiştê ku niha li şaredariya San Mateo Ixtatan pêk hat ne bûyereke îzolebûyî ye lê yek ji nakokiyên dişibin hev ên li erdên gelên xwecî û civakên li seranserê welat derdikevin holê ne.

Xebateke dawî ya ji aliyê Enstîtuya Xebatên Fînansî ya Amerîkaya Navendî (ICEFI) û rêxistineke derveyî hikumeta (IBIS) hat kirin nîşan dide ku ji 78’ê şaredariyên li Guetelamalayê yên ku xwedî lîsansa xebata karê madena ne, bêaramiya civakî derketiye holê.

Bi riya miqayesekirina daneyên hemû şaredariyan ên 2010’an, xebat nîşan dide ku li % 90’ê ji 230 şaredariyên ku lîsansên madenvaniyê li wir nehatine qebûlkirin bêaramî pêk nehatiye lê li ji % 78’ê 101 şaredariyên xwedî lîsansên vî karîne, piraniya bêaramiyên pêk hatine di derbarê qirêjiya hawîrdorê yên wekî qirêjiya avê û tunekirina daristanan de bûne. Di heman demê de hatiye nîşandayîn ku yek ji sebeba bêaramiya civakî kêmbûna baweriya bi saziyên dewletê ye. Hikumet bi awayekî domdar li herêmên ku ji aliyê mîneralan û avê ve  zengîn in razemeniya biyanî destek dike û xurt dike lê guh nade gelê maya yê li van herêman bi nifşan e dijîn – û muhtemele ku wê jiyana xwe ya li vir bidomînin– û rêzê jê re nagire.

Wezareta  Enerjiyê û Madenvaniyê di 25’ê Nîsana 2014’an de heşt bêaramiyên di derbarê projeyên hîdroelektrîkê de eşkere kir lê qala bûyerên dawî -yên li San Mateo Ixtatanê nekir.

“Em ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku di şerê me yê ji bo serbilindî û jiyanê de gelê maya yê Guatemalayê destek bikin,” got Chavez.

—————

Vê nûçeya ku ji aliyê Christin Sandberg  ve hatiye nivîsandin, di 22.05.2014’an de di Upsidedownworld.org de hatiye weşandin. Nivîs ji ingilîzî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …